Jinên Mexmûrî: Em ê bi hev re tecrîdê bişkênin

  • 09:04 19 Kanûn 2020
  • Rojane
MEXMÛR - Ji bo piştgirî dayîna grevên birçîbûnê li Mexmûrê bi pêşengiya Meclîsa Jinan a Îştarê greva birçîbûnê hat destpêkirin. Jinên li Mexmûrê bal kişandin ser çalakiyan û gotin: "Ew çalakiyên greva birçîbûnê ya ku girtiyên azadiyê dane destpêkirin ji bo me weke rexneyeke mezin e. Divê em jî xwedî li çalakiyê derkevin û bibin dengê girtiyan.”
 
Li dijî tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û zextên li hemberî girtiyan li girtîgehên herêm û Tirkiyeyê di 27'ê Mijdarê de grevên birçîbûnê ya bêdem û dorveger hatin destpêkirin. Jinên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) tecrîda girankirî şermezar kirin û nêrînên xwe bi me re parvekirin.
 
‘Pêwîste em bibin kelheke ji agir’
 
Cemîle Korkmaz bal kişand ser tecrîdê û got: “Ji sala 2011’an de li hemberî rêbertiya me tecrîdekî girankirî didin meşandin. Em weke jinên wargehê vê tecrîda girankirî ya ku li ser rêbertiya xwe şermezar dikin. Em Gelê Kurd bextewarin ku xwediyê rêbertiyekî wiha ne. Pêwîste em jinên kurd li dora rêberê xwe bibin kelheke ji agir.”
 
‘Em bi hev re tecrîdê bişkênin'
 
Cemîleyê diyar kir ku divê her kesek xwedî li çalakiyên greva birçîbûnê derkevin û wiha axivî: “Girtiyên azadiyê bi destpêkirina çalakiyên greva birçîbûnê rexneyekê pir mezin li me kirin. Pêwîste em weke Gelê Kurd dengê xwe bilind bikin û rêxistinê xwe xurt bikin da ku em rêberê xwe azad bikin. Eger hebûneke me nebe em nikarin bêjin em azad in.”
 
‘Ji bê dengiyê re êdî bes e’
 
Sabrê Îşlek jî tecrîda girankirî şermezar kir û wiha nêrînên xwe anî ziman: “Em tenê dixwezin bi awayekî azad bi rêbertiya xwe re bijîn. Êdî bese! Bila her kes bikeve nava hewildanan û dengê xwe bike yek da ku em bikaribin rêbertiya xwe azad bikin. Heta ku em rêberê xwe di nav xwe de nebînin em ê çalakiyên xwe nadin sekinandin. Îro rêberê mirovahiyê di bin tecrîdeke giran de ye kes dengê xwe nake. Divê em jibîr nekin yê ku em gihandine vê astê şehîdên Kurdistanê û Rêber Apo ye. Em ê heta dawiyê jî piştgiriyê bidin ji girtiyên zindanan.”