'Bêzecahiştin bingeha hemû sûcên dewletê ye'

  • 15:50 18 Kanûn 2020
  • Rojane
ÎZMÎR - Di 20'emîn salvegera Komkujiya 19'ê Kanûnê ya li dijî girtîgehan 8 saziyan daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de hat gotin heta berpirs bên darizandin ew ê têkoşîn bidome. 
 
Bi munasebeta komkujiya bi navê "Vegera li jiyanê" li dijî girtîgehan a di 19-22'ê Kanûna 200'î de pêk hat daxuyanî hat dayin. Şaxa Komeleya Mafên Mirovan a Îzmîrê, Nûnertiya Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyeyê ya Îzmîrê, Şaxa Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê ya Îzmîrê, Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Nûjen a Îzmîrê, Ege TUAY-DER, Însiyatîfa Mafan, Komeleya Pira Piştevaniya di navbera Gelan de, Komeleya Rojeva Mafên Mirovan, Komeleya Piştevanî û Dostaniyê ya Îmeceyê daxuyaniya hevpar li ber Sumerbanka Berê parve kir. Di daxuyaniyê de pankarta "Me komkujiya 19'ê Kanûnê ji bîr nekir" hat hilgirtin û dirûşmên "Ew ê rûmeta mirovatiyê îşkenceyê têk bibe","Ji bo girtiyên nexweş azadî" hatin berzkirin. Daxuyanî ji aliyê Serokê Şaxa ÇHD'ê ya Îzmîrê ve hat xwendin. 
 
'Bêzecahiştin bingeha hemû sûcên dewletê ye'
 
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku li 20 girtîgehên cuda girtiyên siyasî operasyon li wan hat kirin 30 girtî û 2 leşkerî jiyana xwe ji dest dan û wiha hat gotin:"Ji ber çalakiyên piştî operasyonên vegera jiyanê 121 kesî ji ber sedemên cuda jiyana xwe ji dest dan. Di dema rojiya mirinê de 48 kesî û ji xizmên girtiyan ên piştigrî dan rojiyên mirinê 7 kesî û 12 kesên piştî tehliyekirinê rojiya mirinê dewam kirin û 10 kes jî di dema tedawiyê de jiyana xwe ji dest dan. Her wiha 1 di dema tedawiyê de 1 di encama êrişan de 6 di encama êrişa întiharê de 4 kes jî di encama operasyona polîsan a di 5'ê Mijdara 2001'ê ya li Kuçukarmutluyê jiyana xwe ji dest dan.  Darizandina leşkerên di dema AKP'ê de jî ev 20 sal in dewam dikin. Bêzecahiştin bingeha hemû sûcên dewletê ye."
 
'Hemû welat veguherî girtîgehê'
 
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku îktidarê bi rêveberiyê xwe hemû merseleyên civakê kiriye pirsgirêka ewlehiyê û wiha hat gotin:"Îktidar di merseleya pirsgirêka kurd de û çareseriya pirsgirêkên navneteweyî de pevçûn û şer wekî rêbazekê bi kar tîne. Tevî ku ji ser 19'ê Kanûnê 20 sal derbas bûye jî tu guhertin tune ye. Daxuyaniya Wezîrê Dadê ya 'çêkirina girtîgehên nû dewam dike' vê tabloya wehîm radixîne pêş çavan."
 
Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin ew ê ji bo heta bersûc bên darizandin têkoşînê bidome. 
 
Daxuyanî bi dirûşman bi dawî bû.