Li Hevseroka berê ya MEBYA-DER'ê Ayşe Dîcle 10 sal ceza hat birîn

  • 12:20 18 Kanûn 2020
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Hevseroka berê ya MEBYA-DER'ê Ayşe Dîcle 10 sal û 7 meh cezayê girtîgehê hate birîn.
 
Rûniştina 13'an a doza ku bi îdîaya "endamtiya rêxistinê" li Hevseroka berê ya MEBYA-DER'ê Ayşe Dîcle hatibû vekirin li 4'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê pêk hat. Parêzerê Ayşe, Ferhat Kilinç tevlî rûniştinê bû. Dozgeriyê xwest 15 sal cezayê girtîgehê li Ayşe bê birîn. Heyeta dadgehê bi giştî 10 sal û 7 meh û 15 roj cezayê girtîgehê li Ayşeyê birî.