Dîlbera girtî: Divê her kes berpirsiyariya xwe pêk bîne

  • 09:40 18 Kanûn 2020
  • Rojane
ENQERE - Greva birçîbûnê ya ku li dijî tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatî destpêkkirin ket roja 22'yan. Girtiya bi navê Dîlber Tanrikulu, peyamek şand û got: "Em di vê baweriyê de ne ku em ê bi ser kevin. Lê divê her kes jî wezîfeya xwe pêk bîne. Divê her kes berpirsiyariya xwe pêk bîne û têkoşîna xwe mezin bike." 
 
Çalakiya greva birçîbûnê ya ji aliyê girtiyan ve li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên di girtîgehan de hatibû destpêkirin, bi dewrgirtina koma 5’emîn kete roja 22’yan. Girtî bi nameyên xwe û bi rêya telefonê daxwazên xwe ji raya giştî re radigihînin. Ligel hewldan û bangewaziya girtiyan erkdarên îqtîdarê heta niha tu gavek neavêtine. Dîlber Tanrikulu li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Sîncanê girtiye. Dîlber raya giştî re peyam şand û banga piştevaniyê kir. 
 
Dîlber di peyama xwe de wiha dibêje: "Ez di serî de girtiyên ku grevê didomînin û Gelê Kurd silav dikim. Armanca çalakiya me li dijî tecrîdê ye û em dixwazin azadiya fîzîkê bê afirandin. Mafê rêberê me heye ku di nava gelê xwe de be. Ji ber vê jî çi ji destê me bê em ê bikin. Heta serkeftinê dê çalakiya me bidome. Em di vê baweriyê de ne ku em ê bi ser kevin. Lê divê her kes jî wezîfeya xwe pêk bîne. Em berpirsiyariya xwe pêk bînin û têkoşîna xwe derxin asta herî jor. Ez ji her kesî re serkeftinê dixwazim û silavan dişînim."