Şîna Dayika Taybet 5 sal in berdewam e: Sedsal jî derbas be em ji bîr nakin

  • 09:08 18 Kanûn 2020
  • Rojane
Rojda Aydin  
 
ŞIRNEX - Di ser qetilkirina Taybet Înan a ku cenazeyê wê 7 rojan li kolanê ma re 5 sal derbas bûn. Lê hîna jî keçên wê 'lacîkên reş' didin serê xwe û şîna dayika xwe dikin. Keça wê Halîme Akin wiha got: "Cenazeyê dayika min 7 rojan li kolanê ma. 7 roj û 7 şevan min ji paceyê li cenazeyê dayika xwe nêrî. Ne 5 sal sedsal jî derbas bibe em dayika xwe ji bîr nakin."
 
Taybet Înan her çend di mêjiyê me de wek “Dayika Taybet” ma ye jî, cenazeyê wê 7 rojan li kolanê ma û cîhanê jî wisa Taybet Înan nas kir. Di sala 1993’yan de 2 zarokên wê di encama têqina mayînê de jiyana xwe ji dest dan. Di 19’ê kanûna sala 2015’an de li navçeya Silopiyê ya Şirnexê dema di qedexeya derketina derve de Taybet Înan ji aliyê nîşangeran ve hat birîndarkirin, bi saetan li erdê birîndar ma û li ber çavên hevjîn û zarokên xwe jiyana xwe ji dest da. Tiyê wê Yusuf Înan ji bo ku cenazeyê Taybetê bixwaze biçe hedef tê girtin û tê qetilkirin. Cenazeyê Taybet 7 rojan li erdê ma. Piştî 23 rojan cenaze hat definkirin. Her wiha nehiştin ku kesek tevlî merasîma cenazeyê wê jî bibe. Li gel ku di ser qetilkirina Dayika Taybet re ev qas dem derbas bû jî hêj di hêla hiqûqî de pêşketinek derbarê dozê de nîne. 
 
Li ser qetilkirina Dayika Taybet re 5 sal derbas bû. Gotinên keça Dayika Taybet Halîme Akin, “Em qet raneketin, civîk û kûçik dibe ku bên. Dayika min li wir raket, em jî çend metre dûrê wê mirin” û 5 sal in li malê hêj jî şîn didome. Halîme dema behsa tiştên hatin jiyîn dike hemû ferdên malbatê bi hev re xemîn bûn. Halîme ji me re qala wan rojan kir. 
 
'Ez dicemidim...' 
 
Halîme, di destpêka axaftina xwe de bal kişand roja ku dayika wê hatiye kuştin û got: "Dayika min tim diçû mala cîranê xwe û dîsa wê rojê çû mala wan. Di wê navberê de dibihîze ku agir li mala wê ketiye û li ber deriyê mala cîranê xwe mala şewitî dinêre. Dayika min dibêje ‘bila mala min bişewite.’ Piştre ji bo şewatê vemirîne dertê û berê xwe dide malê. Cîranê me hewldane ku wê bidin sekinandin, lê nesekiniye. Cîranê me serê sibêhê radibe diçe çêlaka xwe binêre û di wê navberê de dibîne ku dayika min birîndar bûye. Telefona min lêda û ji min re gotin 'Dayika te birîndar bûye'. Lê me nedizanî ku dayika min li ku birîndar bûye û li ku ye. Dayika min ji milê xwe û ji nigê xwe birîndar bûye. Bavê min çû xilas bike lê dayika min wî re got ‘neyê û dê te jî bikûjin’. Bavê min xwest bend bavêje gel dayika min û xilas bike lê dîsa gule barandin, bavê min jî ji milê xwe birîndar bû. Dayika min herî dawiyê ji bavê min re got 'ez dicemidim û ez gelekî tîbûm’ Her wiha dema apê min jî derket derve ev jî bû hedefa guleyan û birîndar bû. Bavê min 155’an diger û alîkarî dixweze. Me xwest em bi alên spî derkevin lê dîsa gule reşandin. Kê/kî derdiket derve gule dihatin barandin. 7 roj wisa derbas bûn. Heke gule nebûna belkî diya min xilas bibûya. Lê belê bi birîndarî li kolanê ma û 7 roj wiha derbas bû. Ger ku gule nehata barandin me belkî dayika xwe ji mirinê rizgar bikira. Dayika min bi rojan li kolanê ma û jiyana xwe ji dest da. Em jî wisa bê çare man.”
 
'7 roj û 7 şevan min ji paceyê dayika xwe nêrî' 
 
Halîmeyê 7 rojan di paceya cîranên xwe de bedena dayika xwe nêrî û wiha domand: "Ez 7 rojan qet raneketim û her tim li ber paceyê min dayika xwe dinêrî. 7 rojan me êşêke gelek giran kişand. Cenazeya dayika min 7 rojan li kolanê ma. Dayika min destê xwe kiribû bin rûyê xwe û li ser kêlekê sekini bû. Dayika min li wir raket, em jî çend metre dûrê wê mirin. Em jî bi wê re mirin. Dema min ji dûr ve dayika xwe dinêrî wekî ku di xewê de bû. Ez tu carî vî zilm û wahşetê jibîrnakin. Me ji vê dewletê re çi kir ku me bê dayik, bê Dayika Taybet hîşt. Tiştên ku dayika min jiya heta em bijîn em ê jibîrnekin. Em ê tu carî dev ji doza dayika xwe bernadin. Em ê heta dawiyê di vî rêyê de bin û bibin şopdarê vî dozê. Em ê vê dozê ji dayik û neviyên xwe re bêjin ku ji bo neyê jibîrkirin. Dayika mirina zarokên xwe û me jî mirina dayika xwe temaşe kir. Destûrê nedan ku em cenazayê wê defin bikin. Dayika min herî dawî ji min re gotibû ‘Xwîşk û birayên te Meryem û Sûleyman emanetê te.’ Di navberê de ne 5 sal sedsal derbas be jî em ê şîna xwe bigirin û jibîrnekin. Ev laçika reş ku serê me ye ve jî sembola şîn û êşa me ye. Em naxwazin ku wan rojên tarî carekedin bijîn.”  
 
‘Dema ez dibêjim daye agir bi dilê min dikeve’  
 
Halîme, dema qala dayika xwe dike rondikan dibarîne û wiha axaftina xwe didomîne: "Dema ez dibêjim daye agir bi dilê min dikeve. Ji bo dayika Taybet çi zarokên wê û çi jî zarokên cîranan be ferq nedikir û tu carî cudahiyê nedixist navbera zarokan. Seknekê dayika min hebû. Hemû kesên li gel wê radibûn û rûdiniştin hurmetê nîşanê wê didan. Dayika min tim di nav sohbetan de bû û her li pêş bû. Her tim mêvanên me hebû û her tim li malê sohbet dihatin kirin. Dayika Taybet kesek zane bû û ji ber vê jî hurmet dihat nîşandan. Şûna Dayika Taybet tu carî tijî nabe û dê tim bi me re bijî. Dema ez navê dayika xwe dibihîzim hesreta min zêdetir dibe. Deme yek ji dayika xwe re dibêje ‘dayê’ dilê min diêşê. Em hîn jî fêm nakin Dayika Taybet ji vê dewletê re çi kir ku dewlet wê gulebaran kir. Mirina dayika xwe tu carî jibîr nakim. Heta ku ez bimirim ez ê jibîr nekim. Di her deqe û saniyê di bîra min de ne.”
 
Di 1993'yan de 2 zarok wê hatin kuştin
 
Halîme, dibêje “Ev ne cara yekem nîne” û wiha behsa bûyera sala 1993’yan a kuştina Esmar a 12 salî û Botan ê 4 salî dike: “Dayika min gelek êş kişand û jiyana wê tim bi êş bû. Dayika min ew qas zext, zordestî û zilm dît lê tu carî dev ji têkoşîna xwe berneda. Di sala 1993’yan de 2 xwişk û biyareyê min hatin kuştin. Zarok derketibûn derve ji bo bilîzin. Dema nehatin dayik û jinapa min derketin derve wan geriyan. Piştre dibînin ku li serê taxê leşker kom bûne. Dema qala zarokên me winda dikin, leşker êriş bir ser van. Lê dema dayika min xwest di navbera leşkeran de derbas bibe ji hêla leşkerena ve hat astengkirin. Leşkerê ku kurdî dizanî ji dayika min pirsî 'hûn çi dixwazin?' Dayika min jî qala windabûna zarokên xwe kir. Piştî ku maşîneyên leşkerî vekişiyan cenazeyên 5 zarok ji malbata me û 2 zarok jî yên cîranê me hatin dîtin. Zarok pêl mayînê kiribûn. Cenazeyê 7 zarokan bêyî ku em bişon hatin definkirin. Leşkeran îdiakir ku 'PKK’ê wisa kiri ye'." 
 
Keçekê wê jî di jêrzemînên Cizîrê de hat qetilkirin
 
Halîme, destnîşan kir ku xwîşkekê wê jî di dema qedexeya derketina kolanan de di jêrzemînan de hatiye qetilkirin û wiha pêlda axaftina xwe: “Xwîşka min Heznî(Sozdar) Înan di dema jêrzemînên Cizîrê de hat qetilkirin. Piştî dayika min xwîşka min hat qetilkirin. Dayika min û xwîşka min tim digotin di rêyek bi rûmet de jiyana xwe dest bidin. Em bi tenê azadî û aştî dixwestin. Dayika min di rêyek bi rûmet de jiyana xwe ji dest da. Heta ku ez bijîm ez ê xwediyê berxwedana dayika xwe derbikevim. Em ê vê berxwedanê tu carî nedin jibîrkirin.”