Ferdên malbata Şenyaşar serbest hatin berdan

  • 16:38 17 Kanûn 2020
  • Rojane
ENQERE -  Wekîla Seroka Koma HDP'ê Meral Daniş Beştaş, bertek nîşanî binçavkirina Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferit Şenyaşar ên li pêş AKP'ê rûniştin û polîsan ew binçavkirin da û got: "14 meh in li pêş HDP'ê rûniştin serbest e, lê dema li pêş AKP'ê rûnên qedexe ye!" 
 
Beriya hilbijartina giştî ya 24’ê Hezîrana 2018’an li navçeya Pirsûsa Rihayê, AKP’iyan êrişî malbata Şenyaşar kiribûn. Di êrişê de hevjîn û du lawên Emîne Şenyaşar jiyana xwe ji dest dabûn. Emîne Şenyaşar û lawê xwe Ferît Şenyaşar duh bi armanca daxwaza edaletê li ber avahiya Rêxistina AKP’ê ya Bajêr a Rihayê dest bi çalakiya rûniştinê kiribûn. 
 
Di vê kêliya çalakiyê de polîsan Emîne Şenyaşar û lawê wê bi hinceta “muxalefetiya qanûna xwepêşandan û meşan kirine” binçav kiribûn. Herdu li Midûriyeta Emniyetê mafê xwe yê îfade nedayînê bikar anîn. Serê sibê herduyan jî birin Edliya Rihayê û dozgeriyê îfadeyê wan girt. Parêzerên Baroya Amedê û ÎHD’ê û rêveberên HDP’ê li Edliyê amade bûn.
 
Dozger pirsên wek “Kî we şand ber avahiya AKP’ê? Çima hûn çûn wir? Tevî hişyariyên polîsan jî çima we çalakiya xwe domand?” ji Emîne Şeyaşar û lawê wê Ferît kirin.  Emîne Şenyaşar bi kurdî îfadeyê xwe da û di îfadeya xwe de destnîşan kir ku di êrişê de hevjînê wê û du lawên wê hatine kuştin û kurek wê jî hatiye birîndarkirin. Emîne anî ziman ku ew bi daxwaza ku edalet ji bo kurê wê yê girtî pêk were û were berdan çûye ber avahiya AKP’ê. Emîne destnîşan kir ku ew dixwaze kurê serbest bimîne. Ferît Şenyaşar jî di îfadeyê xwe de destnîşan kir ku ew di êrişê de bi giranî birîndar bûye û ew dixwazin edalet pêk were lewma li ber AKP’ê çalakî li dar xistine.
 
Parêzerê malbata Şenyaşar, Hidayet Ekmek jî parastina miwekîlên xwe kir û destnîşan kir ku binçavkirina miwekîlên wî li dijî hiqûqî ye, xwest edalet pêk were û ferdê malbatê yê girtî were berdan.  Dozger piştî karûbarên îfadeyan Emîne Şenyaşar û lawê wê Ferît bi şertê kontrola edlî sewqî dadger kir û dadger bi şertê di mehekî de du car îmze bidin ew serbest berdan.
 
Wekîla Serokên Koma HDP'ê Meral Daniş Beştaş, binçavkirina Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar, anî rojeva meclîsê û bertek nîşanî polîtîkayên AKP'ê da. Meralê wiha got: "Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar bi armanca edaletê bixwazin li pêş avahiya AKP'ê ya Rihayê rûniştin. Malbatê piştî li avahiya AKP'ê hevdîtin kirin li pêş avahiya AKP'ê dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Piştî derketin derve êvarî saet di 18.00'an de dayik û kurê xwe hatin binçavkirin. Ev daxwaz mafekî demokratîk û rewa ye. Dayikek ku 2 kur û hevjînê xwe winda kiriye bi vî şeklî tê binçavkirin. Ev yek nayê qebûlkirin."
 
Meral, da zanîn ku wisa xuya dike tu kes nikarin biçin pêş deriyê partiya îqtîdarê û wiha bi dawî kir: "Kes nikare li pêş deriyê partiya îqtîdarê daxwazekê bike. Lê 14 meh in malbat li pêş deriyê HDP'ê rûdinên. Di bin parastina polîsan de çalakiyan li dar dixin. Bila hemû Tirkiye bibhîze. Emine Şenyaşar di bin çavan de bû û dayiyek 70 salî ye. 14 meh in em nikarin li pêş avahiya xwe çalakiyan li dar bixin. Xebatên me yên siyasî asteng dikin. Dema mijar dibe muxalefet her tişt rewa ye. Tenê li gorî AKP'ê destûra bingehîn heye. Dema AKP dike serbest e, dema HDP dike qedexe ye."