Leyla Guven: Dem dema yêkitiya neteweyî ye

  • 16:32 17 Kanûn 2020
  • Rojane
ŞIRNEX - Hevseroka KCD'ê Leyla Guven di daxuyaniya ji bo yekitiya netweyî ya kurd de axivî û got: "Li Rojhilata Navîn polîtîkayên gelek taybet tên meşandin. Lê em dibêjin ku di vê sedsalê de dem dema yeiktiya netweyî ye. Dem dema bistatûbûn û yêkitiya netewa kurd e. "
 
Hevserokê Giştî yê Partiya Heremên DemokratîK (DBP) Keskîn Bayindir, Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven û parlamenterên HDP'ê yên herêmê, rêxistinên HDP'ê yên Mêrdîn, Sêrt, Êlîhê  têkildarî yekitiye neteweyî ya Kurd li ber avahiya rêxistina HDP'ê ya Şirnexê daxuyaniyek dan çapemeniyê. Di daxuyaniya di bin dorpêça polîsan de hat dayîn pankarta " Dem dema Yekitiya Netewî û Azadiyê ye"  hat vekirin. Her wiha dovîzên " Bimre xiyanet," Kurdno bibin yek,"Kurdistan yek e" hatin rakirin. 
 
'Bila kurd hev nekujin'
 
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven di daxuyaniyê de axivî. Leyla, yekitiya netewa kurd destnîşan kir û wiha got: "Em îro li bajarê Şirnexê ne. Dema ku mirov dibêje Şirnex berxwedan û serhildan tê bîra mirov. Em îro li Şirnexê dixwazin peyamekê bidin saziyên kurdan. Çima Şirnex? Çimkî em dizanin ku li Şirnexê wê dengê me bigihîje çar perçeyên Kurdistanê. Şirnex di heman demê de Zaxo, Qamişlo û Efrîn e. Şirnex di heman demê de başûr,bakur,rojava û rojhilatê Kurdistanê ye.Ji ber wê dengê gelê Botanê girîng e. Kesên ku li Rojhilata Navîn li ser navê Gelê Kurd siyasetê didin meşandin û li ser navê Gelê Kurd xwedî soz in, bila vî dengê me bibihîzin. Em îro dixwazin bang bikin ku em di rewşeke çawa re derbas dibin û em niha çi dijîn? Di nav hêzên Kurd de alozî heye. Hêzên Kurd hatine hemberî hev û şerek didin destpêkirin. Em li Botanê bang dikin, ew hêzên ku hatine hemberî hev bila ji van polîtîkayên şaş vegerin. Ev şer zirarê dide me. Em daxwaz dikin ku kî ji vî şerî berpirsyare bila vî dengê me bibihîze. Bila kurd hev nekujin. Bila şerê navxweyî di nava gelê me de çênebe. Bila herkes bizane ku desthilatdaran kurd kirine çar parçe. Em vî şerî qebûl nakin. Kesên ku jiyana xwe ji dest didin hemû heval û hogirên me ne. Ji ber vê em li vir bang dikin û dibêjîn ji vê şaştiyê vegerin. Ev serkeftinê ji gelê kurd re nayne. Heger Kurd hevdû bikujin wê kî kêfxweş bibe? Bila li derdora xwe binêrin."
 
'Çima tifaqa me û yêkitiya me tune ye'
 
Leyla, di berdewamiya axaftina xwe de bi lêv kir ku hêzên desthilatdar naxwazin ku Gelê Kurd bibe xwedî statû û got ku ji ber vê yêkê tişta herî pêwîst yêkitî û tifaqa Gelê Kurd e. Leyla, wiha domand: "Kesên ku dixwazin ku Kurd li hemberî hevdû şer bikin, em wan nas dikin. Desthilatdarên Rojhilata Navîn naxwazin ku Kurd bibin xwedî statû û ew dixwazin Kurd hevdû bikujin. Ji ber wê jî em dibêjin ku ji vê şaştiyê vegerin. Ev tu serkeftinê ji me re nayîne. Tişta duyemîn ji ew e ku wan heta niha gelek tişt li ser serê me meşandin. Ji serhildana Agiriye û heta Zîlan û Roboskiyê çi bi serê me hatibe ji bêtifaqiya me bi serê me hatiye. Em gelekî pir hêja ne. Çima tifaqa me û yêkitiya me tune ye, çima em milên xwe nadin milên hevdû? Ji ber vê yekê hêzên desthilatdar her tim dixwazin ku me perçe bikin. Ji ber vê yekê hewceye ku em vê rastiyê bibînin û em li gorî wê bimeşîn. Hêviya me ji gelê me ew e ku li hemberî van lîstîkan bibin yek. Çawa ku me li Şirnexê tifaqa xwe pêk anî, hewceye ku em li çar perçeyên Kurdistanê jî vê tifaqa xwe ava bikin."
 
'Dem dema Kurdan e'
 
Leyla, di dawiya axaftina xwe de bal kişand  ser tecrîta li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wiha dawî li axaftina xwe anî: " Li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 22 salin tecrîteke girankirî heye.Ji bo bi dawîkirina tecrîta li ser birêz Ocalan me gelek çalakî li dar xistin.Niha jî li girtîgehan bi hezaran hevalên me di greva birçîbûnê de ne.Weke ku hûn jî dizanin nexweşiya Kovîd-19 Heye û zilma li ser zindandan jî didome.Li dijî hemû neyiniyan hevalên me di greva birçîbûnê de ne. Hevalên me dibêjin heta ku brêz Ocalan azad nebe em ê dev ji çalakiya xwe bernedin.Ji ber vê yekê em ji Şirnexê ji zindanan re slavek gerim dişînîn. Li Rojhilata Navîn polîtîkayên gelek taybet têN meşandin. Li em dibêjin ku di vê sedsalê de dem dema Kurdan e. Dem dema bistatubûna kurdan û yêkitiya netewa Kurd e. Divê em zêdetir li qadan bin û têkoşîna xwe zêdetir mezin bikin. Em kurd in û navê erdnîgariya me jî Kurdistan e. Em careke din bang dikin, bila herkes polîtîkayên xwe di ber çavan re derbas bike."
 
'Êdî tehemûla Gelê Kurd nemaye"
 
Piştre Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir axivî. Keskîn jî bal kişand ser girîngiya tifaqa Gelê Kurd û wiha pêlda axaftina xwe: "Em dibînin ku hikûmeta AKP-MHP'ê hewl didin destkeftiyên Gelê Kurd tune bikin.  Ew gel e ku di warê neteweyî de hişyar bûye û dixwaze bibe xwedî statu. Êdî tehemûla Gelê Kurd li dijî tu hêzên dagirker nemaye.  Daxwaza gelên herêmê muzakere û diyalog e û ya ku em hemî dixwazin ev e. AKP-MHP dixwazin stratejiyek şer pêk bînin. Gelê Kurd neçar e ku yekîtiya xwe ya neteweyî biparêze. Em ê kurd,  têkoşîna xwe ya li dijî vê zilmê mezin bikin.Tifaqa Gelê Kurd berpirsyariya herî sereke ye. Divê her kurdek bi vê zanebûnê tevbigere. "
 
Daxuyanî bi dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bimre xiyanet", "Bê Serok Jiyan Nabe" bi dawî bû.