Komîsyona ÎHD’ê ya jinan: Jin nikarin serî li darazê bidin

  • 15:34 17 Kanûn 2020
  • Rojane
ENQERE - Derbarê hedef girtina jinên bûyerên tacîzê yên li ser medya civakî aşkere kirin de Komîsyona Jinan a ÎHD’ê ya Enqerê, daxuyaniyeke da û got: “Her dengekê ku jin biling dikin, dengê me ye jî. Em dengan, bi dengên xwe zêdetir dikin.”
 
Komîsyona Jinan a Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Enqerê, derbarê aşkerekirina tundiya zayendî û jinên di vî warî de ji aliyê zilam ve tên hedefgirtin de, li avahiya komeleya civîna çapemeniyê li dar xist. Endamên komîsyonê beşdarî civînê bûn. Endama Komîsyonê Dîlek Yildiz di civînê de axivî. 
 
Dîlek, bal kişand ser bûyerên tacizê û got: "Gelek caran tacîz, sûcekê ku delîlên wê tuneye. Zilam jî bi zanebûn vê yekê red dikin. Ji ber ku jin nikarin delîl nîşand bidin, nikarin serî li darazê bidin. Yên ku serî li darazê didin jî tu encamê bi dest naxwin.” 
 
Dîlek, da zanîn ku taciz tê meşrûkirin û wiha bilêv kir: “Berpirsiyarê asayîkirina tacîzê jî, yên ku serdestiya zilam derdixin pêş, newekheviya zayendî ya civakî hildiberînin, daraza dewletê ya bi destê baviksalariyê û qanûnên serdest ên hatine avakirine. Jinên ku axivîn jî di saya têkoşîna jinan de, axivîn. Aşkerekirina tundiya zayendî, rêbazeke herî meşrû ya li dijî ne cezakirina bersûcane. Divê tacîz weke sûceke zaliman bê qebûlkirin. Divê civake wekhev bê avakirin û ji bo vê gav bên avêtin. Pêwîste ku qanûna hemara 6284 û Peymana Stenbolê bêşert û merc bên bi cih anîn.”