Yekîtiya Mamosteyên Kantona Qamişloyê kargeha dirûtinê vekirin

  • 14:35 17 Kanûn 2020
  • Rojane
QAMIŞLO - Bi armanca xurtkirina aboriyê û peydakirina derfetên kar, Yekîtiya Mamosteyên Kantona Qamişloyê kargeheke dirûtinê avakirin.
 
Yekîtiya Mamosteyên Kantona Qamişloyê kargeheke dirûtinê li taxa Qidûrbek a kantona Qamişloyê vekirin. Kargeh bi tevlîbûna bi dehan ji mamosteyên dibistanan hat vekirin. Kargeh ji aliyê Hevserokê Yekîtya Mamosteyên Kantona Qamişloyê Goran Murad ve hat vekirin.
 
Têkildrê mijarê Hevseroka Yekîtiya Mamosteyên Kantona Qamişloyê Hêvîn Hibo li ser vekirina vê kargehê  axivî û got: "Ev nêzî salekê ye ku em amadekariya vekirina kargeha dirûtinê dikin. Bi sedema vîrûsa koronayê proje hinek dereng ma. Armanca me ew e ku em aboriya xwe xurt bikin û derfetên ka zêde bikin. Bi hêviya ku em bikaribin projeyên hîn xurtir pêş bixin.” 
 
Di dawiyê de şêranî hat belavkirin.