Xwendevanên li Mexmûrê tecrît şermezar kirin

  • 13:25 17 Kanûn 2020
  • Rojane
MEXMÛR - Xwendevanên Dibistana Amadeyî ya Wargeha Penaberan a Mexmûrê tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê şermezar kirin û gotin: "Em ê bi berxwedanê tecrîdê bişkênin."
 
Li dijî tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û zextên li hemberî girtiyan li girtîgehên herêm û Tirkiyeyê di 27'ê Mijdarê de grevên birçîbûnê ya bêdem û dorveger hatin destpêkirin. Îro jî penaberên li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) diyar kirin ku dê ji bo piştgiriyê bidin girtiyan dest bi greva birçîbûnê bikin. Xwendevanên Dibistana Amadeyî ya Mexmûrê tecrîdê şermezar kirin û nêrînên xwe ji ajansa me re parvekirin. 
 
Xwendevana Dibistana Amadeyî Helena Babat bal kişand ser tecrîda li hemberî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û got: “Dema mirov temaşeyî dîroka kurd bike kijan rêberê ku ji bo doza kurd serhildan daye destpêkirin her tim ji aliyê desthilatan ve hatine tunekirin. Li her çar parçeyên Kurdistanê Gelê Kurd ji aliyê desthilatdaran ve bi qirkirina çandî û fizîkî re rûbirû dimînin. Qirkirina çandî bi taybetî li dibistanê Tirkiyeyê bi perwerdê ji holê tên rakirin."
 
Helena diyar kir ku divê li dijî tecrîdê têkoşînek bê dayîn û wiha axivî: "Ji bo şikandina tecrîtê pewîste em berxwedana xwe xurt bikin. Em weke xwendevanên Mexmûrê ev tecrîta girankirî ya ku li ser rêberê tê meşandin şermezar dikin. Li dijî tecrîdê, di serî de pêwîste em xwedî li ziman û çanda xwe derkevin. Weke xwendevanên Mexmûrê em gelek bi şansin ku em bi zimanê xwe perwerde dibinin. Ji bo em vê tecrîtê bişkênin divê em berxwedana xwe mezin bikin. Em ê bi berxwedana xwe serkeftinê bi dest bixwin.”
 
Xwendevan Gehwer Ozgun jî tecrît şermezar kir û wiha nêrînê xwe anî ziman: “Beriya 6 mehan Rêber Apo carek tenê bi telefonê bi malbata xwe re hevdîtin pêk anî ji wê rojê heta niha Gelê Kurd ji rêbertiyê agahiyek negirti ne. Di vê rewşa pandamiyê de em weke Gel Kurd dixwazin derbarê rewşa rêbertiyê de agahî bê dayîn. Dema ku agahî neyê girtin wê ev yek bibe sedem ku di nava civakê de wê rewşên aloz ru bide civak rabe ser piyan. Êdî civaka kurd li hember vê rewşê bê deng namîne û li hemberî vê têkoşinek bê hempa wê bidin meşandin. Weke xwendevanên wargehê em vê tecrîtê şermezar dikin.”