Berxwedana xelkê Şengalê di roja 16’an de didome

  • 11:40 17 Kanûn 2020
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakiya ku xelkê Şengalê bi armanca piştgirîdayîna Asayîşa Êzidxanê daye destpêkirin, di roja xwe ya 16’an de didome.
 
Xelkê Şengalê di çarçoveya çalakiyên dijî peymana Bexda û Hewlêrê ya li ser Şengalê de, bi armanca piştgirîdayîna Asayîşa Êzidxanê, li pêşiya avahiya Navenda Asayîşa Şengalê kon vedane.
 
Çalakiya ku bi dirûşmeya “Em hemû asayîş in” hatiye destpêkirin di roja xwe ya 16’yan de dewam dike. Xelkê Şengalê kom bi kom serdana konên çalakiyê dikin û piştgiriya xwe ya ji bo çalakiyê tînin ziman.
 
Heta niha xelkê Şengalê bi gelek çalakiyan daxwazê xwe di çarçove ya ku xweseriya Şengalê û îrada Êzidiya bê naskirin pêşkêşî hikûmeta Iraqê kirine, lê heta niha ji rayeder û hikûmeta Iraqê bersiveke erênî ne hat dayîn.