Koma 5'emîn çalakiya greva birçîbûnê dewir girt

  • 09:19 17 Kanûn 2020
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakiya greva birçîbûnê ya ji alîyê girtîyan ve li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên di girtîgehan de hatibû destpêkirin, bi dewrgirtina koma 5’emîn kete roja 21’an.
 
Çalakiya greva birçîbûnê ya ji alîyê girtîyên PKK û PAJK’ê ve di 27’ê Mijdarê de li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên di girtîgehan de hatibû destpêkirin, bi dewirgirtina koma 5’emîn kete roja 21’an.
 
Girtîyan di daxûyaniya xwe de ev tişt gotin: “ Ev çalakîya ku bi destên girtîyên PKK û PAJK’ê hatîye destpêkirin tenê li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê nîne her wiha ji bo ew bigihêje azadiya xwe jî me ev grev daye destpêkirin. Heta ku em rêberê xwe azad nekin em ê dest ji çalakîya xwe bernedin. Ji bo ku piştgirîyê bidin me em bangî raya giştî dikin”