'Em ê bi hev re li dijî tundiyê li ber xwe bidin'

  • 09:04 17 Kanûn 2020
  • Rojane
BEDLÎS - Dayika Hacer Kara ya li Girtîgeha Jinan a Qeyseriyê dimîne Hurî Kara, diyar kir ku ji bo di çalakiya li girtîehan de mirin pêk neyê divê dewlet çareseriyekê bibîne û ji bo çalakiyê banga piştevaniyê li gel kir.
 
Çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan li girtîgehan di 27'ê Mijdarê de hat destpêkirin bi koma 5'emîn berdewam dike.  Dayika Hacer Kara ya li Girtîgeha Jinan a Qeyseriyê dimîne Hurî Kara diyar kir ku ji pêkanînên li welêt dewlet berpirsiyar e  û got, "Zilm berdewam dike. Divê herkes li dijî vê zilmê rabe ser piyan û dengê xwe bilind bike."
 
'Girtî nikarin binpêkirinên mafan bi telefonê vebêjin'
 
Huriyê diyar kir ku keça piştî hatiye girtin û virde carekê tenê dîtiye û got ku hevdîtina bi telefonê ya ji heftê carekê jî têrê nake.  Huriyê wiha berdewam kir, "Axaftina bi telefonê gelek kurt e .Wê di 10 deqeyan de çi bibêjin.  Heta ku em dibêjin hûn çawa ne baş in diqede.  Pêdiviyên wan gelek in û nayên pêkanîn .Dema ku zarokên me bi telefonê diaxivin gardiyan bi ser serê wan re disekirin û nikarin rehet biaxivin.  Em jî ji ber vê pêkanînê nikarin pêdiviyên wan bipirsin.  Di nav çar dîwaran de rewş dijwar e. Nahêlin bi telefonê jî derdê xwe bibêjin."
 
'Gardiyan tundiyê li girtiyan dikin'
 
Huriyê got ku li girtîgehan heqê av û ceryanê jî ji girtiyan distînin û ev tişt got, "Em nizanin zarokên me li girtîehan çi dixwin û çi vedixun.  Dewlet ji cîhanê re dibêje ku ew li girtiyan dinêrin, lê derew e bila tu kes ji vê bawer neke. Malbatên girtiyan li wan dinêrin û hemû pêdiviyên wan pêk tînin. Herwiha lêçûnên din ên li girtîgehan jî ji girtiyan digirin.Em nizanin zarokên me di çi rewşê de ne. Em jî mirovin. Tişta ku naxwazin bi zarokên xwe bikin bila bi zarokên me nekin .Bi me çi didin jiyîn bila ew jî bijîn.  Bila bijîn ku me fam bikin."
 
'Di nava çar dîwaran de cihekî bîhnê lê bigirin tune ye'
 
Huriye got ku kinc ji zarokên xwe re şandine, lê rêveberiyê nedane û wiha dirêjî da axaftina xwe, "Nameyên ku zarokên me ji me re dişînin nagihîjin me. Tu sedema van pêkanînan tune ye.  Tu tiştî nabêjin û em nizanin ku zarokên me di çi rewşê de ne. Zarokên me ji ber tundiya li wan tê kirin dikevin greva birçîbûnê. Em pirtûkan û kincan ji zarokên xwe re dişînin lê nadin wan .Zarokên me di nava çar dîwaran de ne û cihekî ku lê bîhnê bistînin û nikarin tu kesî bibînin .Zarokên me dikin girtîgehê û tî û birçî dihêlin.  Êdî bes e bila dewlet çareyekê bîne."
 
'Berpirsiyarê pêkhatinên li welêt dewet e'
 
Huriyê anî ziman ku ji hemû pêkhatinên li welêt dewlet berpirsiyar e. Dewlet berpirsiyarê întîharên tên kirin, kesên birçî dimînin û hemû pirsgirêkên pêk tên e." Huriyê herî dawî ji bo greva hatiye destpêkirin jî bang kir û got,"Divê her kes rabe ser piyan, derkeve kolanê û li dijî vê zilmê bi hev re têbikoşin. Ger ku ne wiha be dawî li zilma tê kirin nayê."