'Li Efrînê îşkence li Kurdên Êzidî tê kirin'

  • 09:03 17 Kanûn 2020
  • Rojane
Hesna Mihemed
 
ŞEHBA - Endama Yekîtiya Êzidiyan a Herêma Efrînê Orîvan Menan têkildarî tundî û êrişa li Efrînê li Kurdên Êzîdî tên kirin wiha got:"Li her derê ku Kurdên Êzidî lê dijîn dijmin dixwaze fermaneke nû li ser wan pêk bîne. Ev yek li Rojava jî li Şengalê jî xuya dike. Ji bo wê mirov dikare bêje qirkirina ku li Efrînê tê meşandin li Şengalê didome, lê belê bi rê û rêbazên cuda."
 
Beriya êrîşên dewleta tirk li Efrînê gelek pêkhateyên cuda dijiyan û li wê derê jiyanek wekhev û aram hebû. Piştî dewleta tirk û hevkarên wê di 20'ê Çileya 2018'an de bi 72 balafirên şer êrîşî herêma Efrînê kir, gelên li Efrînê bi darê zorê hatin koçberkirin û hinek ji wan  li herêma Efrînê man. Piştî Efrîn bi temamî ket binê kontrola dewleta tirk û komên girêdayî wê li wê derê her roj dizî, talan, revandin, tecawiz û guhertina demografîk pêk tên. Li Efrînê yek ji wan pêkhateyan Kurdên Êzîdî ne ku bi salane li ser erdê Efrînê dijîn. Li Efrînê 23 gundên Kurdên Êzidî hebûn û 19 ziyaretên wan ên pîroz ên mîna ziyareta Şêx Hemid, Şêx Xerîb, Şêx Cinetî Berekat, Şêx Elî û gelek gorên dîtir hene. Herî dawî dewleta tirk û komên girêdayî wê gundê Êzidiyan ê bi navê Basûfanê  yê girêdayî navçeya Şêrewayê ya Efrînê xistiye nava dorpeçê. Niha li wê derê her roj êriş li Kurdên Êzidî tê kirin. Tên revandin û qetilkirin. Têkildarî mijarê Endama Yekîtiya Êzîdiyan a Herêma Efrînê, Orîvan Menan nêrîna xwe parve kir.
 
'Li Efrînê hemû pêkhate bi rihê wekhev dijiyan'
 
Orîvanê di destpêka gotina xwe de kêliyên ku şer li Efrînê diqewîmî wiha anî ser ziman: "Piştî hemû dewletên navneteweyî piştgiriya dewleta tirk kirin, bi hinceta tunekirina 'terorîstan' êrîşî herêma Efrînê kirin. Lê belê terorist ew bi xwe ne. Di wan êrîşan de gelê resen yên Efrînê hatin armanckirin û gelek ji wan hatin qetilkirin, koçberkirin û hinek ji wan li Efrînê man. Li tu derê cîhanê nehatiye dîtin ku cihek wiha biçûk bi 72 balafirên şer êrîş lê bê kirin, lê dewleta tirk û çeteyên wê li ber çavên cîhanê êrîşî me kir. Ruxmê ewqas êrîşên giran şêniyên Efrînê 58 rojan li ber xwe dan. Li Efrînê jiyanek pir xweş hebû û hemû pêkhate bi rihê wekheviyê bi hev re dijiyan. Tu ferq û cudahî di nava pêkhateyan de tune bû. Hemû kesî gelek ji hev hez dikir û gelek girêdayî axa xwe bûn. Ji ber Efrîn cihek pir dewlemend bû."
 
'Cihên pîroz ên Kurdên Êzidî tên hilweşandin'
 
Orîvanê di dewama gotina xwe de bal kişand ser êrîşên dewleta tirk ên li dijî Kurdên Êzidî û wiha domand: "Piştî Efrîn bi temamî ket bin kontrola dewleta tirk û çeteyên wê li wê derê her roj qirkirin, revandin, tecawiz, qetilkirin û guhertina demografîk pêk tên. Gundên Kurdên Êzidî û cihên wan ên olî her roj rastî êrîş û talanê tên. Li gundê Qestel Cindo yê girêdayî navçeya Şera ziyareta bi navê Şêx Hemid, li gundê Feqîra yê navçeya Cindirêsê ziyareta Şêx Cinêt û Qiba Laliş li navenda bajarê Efrînê hatin hilweşandin û talankirin. Gundê Bafilûnê yê girêdayî navçeya Şêra bi Kurdên Êzidî tê nasîn, lê dewleta tirk malbatên çeteyan li cihê wan bi cih kiriye û ruxmê ku ew gund girêdayî Kurdên Êzidî ye li wê derê camî ava kirine. Ev kiryarên tên kirin li dijî pêkhateyan sûcekî mezin e." 
 
'Gundên Kurdên Êzidî di nava dorpeçê de ye' 
 
Orîvanê diyar kir ku niha li Efrînê Gundên Kurdên Êzidî di nava dorpeçê de ye û wiha dirêjî da gotina xwe: "Di van demên dawî de dewleta tirk û çeteyên wê gundê Basûfanê yê navçeya Şêrewayê xistiye bin dorpeçê. Dewleta tirk û çeteyên wê nahêlin ketin û derketina gund çêbibe. Her wiha pere ji Kurdên Êzidî dixwazin, îşkence dikin û davêjin zindanan. Her wiha bi darê zorê cilên reş li zarokên Êzidî dikin û wan dişînin camiyan ji bo dev ji ola xwe ya Êzidiyatiyê berdin û derbasî ola Îslamiyetê bikin. Li her derê ku Kurdên Êzidî dijîn dijmin dixwaze fermana xwe li wir dubare bike. Ew yek li Rojava jî li Şengalê jî xuya dike. Ji bo wê mirov dikare bêje ku qirkirina ku li Efrînê tê meşandin li Şengalê didome, lê belê bi rê û rêbazên cuda. Niha şêniyên Şengalê ola xwe parastine û hêzên xwe yên parastinê ava kirine, ev yek jî nayê hesabê desthilatdaran. Lewra dixwazin kurdan ji kokê tune bikin. Ev kiryaran li ber çavên tevahî cîhanê tê kirin, lê bêdengiyek mezin heye."
 
'Li dijî êrîşan em yekîtiya xwe ava bikin'
 
Orîvanê herî dawî bang li rêxistinên mafê mirovan kir ku bi erkên xwe yên mirovî rabin û wiha bi dawî kir: "Niha êrîşek pir mezin li dijî kurdan heye, divê em yekîtiya xwe ava bikin û êrîşên ku li ser me tên meşandin bişkînin. Banga me ji tevahî rêxistinên mafê mirovan û hiqûqî re heye ku bi erkên xwe yên mirovî rabin û parastina nirxên mirovan bikin. Her wiha hesab ji kujeran were pirsîn."