'Armanc ne tenê goristan in tunekirina bîra civakî ye'

  • 09:02 17 Kanûn 2020
  • Rojane
AMED - Li hemberî texrîpkirina goristanan malbatan bertekên xwe anîn ziman û gotin: "Ev êrîş li ser hiş û bîra Gelê Kurd e. Armanc ne tenê goristan in, tunekirina bîra civakî ye."
 
Di salên dawiyê de li hemberî goristanan polîtîkayek taybet tê meşandin. Goristanên ku cenazeyên PKK'yî, YPG'yî û YPS'î heyî gelek caran bi rêbazên cuda hatin texrîpkirin. Bi taybetî jî goristanên li Amed, Mêrdîn, Şirnex, Wan, Sêrt û Colemêrgê hatin rûxandin. Her wiha di vê pêvajoyê de 282 cenazeyên PKK'yiyan ji Goristana Xerzanê hatibûn derxistin û ew biribûn li Kîlyosê di bin peyarêyekê de veşartibûn. Malbatên ku ji bo paqijkirina Goristana Şehîd Harûn berê xwe da bûn Lîceya Amedê, bertekên xwe li hemberî texrîpkirina goristanan anîn ziman. 
 
‘Em dixwazin goristanên xwe paqij bibînin’
 
Turkan Bîlîr ku paqijiya gorê kurê xwe dikir got: "Dema em tên serdana goristanan dixwazin gorên xwe paqij bibînin. Lê goristanên me hatin texrîpkirin. Em nizanin kîjan gor ya me ye. Dema ez kevirên şikestî dibinim, dibêjim qey ji nû jiyana xwe ji dest daye. Ew rewş bi rastî jî me diêşîne. Kevirên gora kurê min çend caran şikandin. Ez her tim têm her car dora mezelê paqij dikim. Ka çi ji miriyên me dixwazin. Xwedê heqê me ji wan re nehêle.”
 
‘Însanetiya wan li ku ye?’
 
Endama Rêveberiya MEBYA-DER’ê Meryem Soylu di axaftina xwe de bal kişand ser bêtehemûliya li hemberî goristanan û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Em çi gotinê bêjin jî têrî nake. Ew wehşeta ku li ser mezelan dimeşînin rewşeke şermezarkirinê ye. Dijmin tehamûlê goristanan nake. Ew malbatên ku dixwazin serdana goristana zarokên xwe bikin zilmê li wan dikin. Dewleta ku dibêje ez mafê mirovan diparêzim seknekê li dijî hiqûqî û li dijî olî nîşan dide. Goristanên me texrîp dike. Miriyên me ji mezelan derdixînin, dişewitînin, doza hestiyan dikin. Ka edalet û însanetiya wan li ku ye? Lê ez dibêjim ku ev windakirina wan e."
 
‘Em xwedî li nirxên xwe derkevin’
 
Meryem diyar kir ku birînên dayikan kûr dikin û ev tişt anî ziman: “Ma qey dayikên wan tune ye ku ev êrîşên hovane li ser dayikan pêk tînin. Ev desthîlatdar asta êrîşên xwe wisa xistiye lûtkeyek jor ku hestiyên zarokê dayikek bi rêya kargoyê dişînin. Em vê zilmê dê çawa ji bîr bikin? Her wiha ez bang li Gelê Kurd û malbatan dikim ku xwedî li nirxên xwe derkevin. Em heta yek mirovek jî bimînin em ê li pey doza xwe bin. Bila deweta tirk baş bizanibe ku em dev ji nirxên xwe bernadin.”
 
‘Armanc tunekirina bîra civakî ye’
 
Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Rêzana Amedê Fatma Kavmaz jî diyar kir ku hovîtiyek wiha tu carî nehatiye dîtin û nayê pênaskirin û wiha bi lêv kir: "Texrîpkirina goristanan bandorek neyînî li ser malbatan dike. Ew êrîş li ser hiş û bîra Gelê Kurd e. Armanc ne tenê ji bo xirakirina goristanan e. Di heman demê de tunekirina bîra civakî ye."