Bi rêya înternetê perwerdeya kurdî tê dayîn

  • 17:09 16 Kanûn 2020
  • Rojane
STENBOL- Komeleya Lêkolînên Kurdî, li ser Youtubeyê dest bi dayîna dersên kurdî kir.    
 
Komeleya Lêkolînên Kurdî ya li Stenbolê, li ser Youtubeyê dest bi dayîna dersên kurdî kir. Komeleyê li ser qenala xwe ya Youtubeyê ku bi kar tîne (Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, link) beşa perwerdeyê ya yekemîn weşand û alfebeya kurdî vegot. Wê di rojên pêş de jî komele ji hêsanbûnê ber bi zehmetiyê ve beşan biweşîne û pêşkêşî kesên ku dixwazin hînê zimanê kurdî bibin bike.