Hevserokên KCD'ê li Elkê bi gel re civîn pêk anîn

  • 12:56 16 Kanûn 2020
  • Rojane
ŞIRNEX - Heyeta Hevserokên KCD'ê Leyla Guven û Berdan Ozturk di nav de li navçeya Elkê bi gel re civîn li dar xist. 
 
Heyeta Hevserokên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven û Berdan Ozturk jî di nav de, di çarçoveya kampanyaya “Em ê yekitiyê saz bikin, tecrîdê bişkînin, azadiyê pêk bînin” li avahiya Rêxistina HDP'ê ya navçeya Elkê ya Şirnexê civîn bi gel re li dar xist. Parlementera HDP'ê ya Şirnexê Nuran Îmîr, rêvebirên HDP'ê yên navçeyê û gelek welatî tevlî civînê bûn. Di civînê de Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk axivî. Berdan, diyar kir ku dewlet bi her awayî êrîşî Gelê Kurd dike û got ku li dijî van êrîşan tişta herî pêwîst yêkitiya Gelê Kurd e. 
 
'Dixwazin gelê kurd bê vîn bihêlin'
 
Berdan, anî ziman ku dewletê hemû civaka kurd  dorbêç kiriye û got:"Îro dewlet bi her awayî bi ser gelê me de tê. Di dîrokê de mînakên bi vî rengî gelek in. Berê gelê me qetil dikirin lê niha bi birçîbûnê terbiye dikin. Li dijî gelê me planek çêkirin û ev plana hilweşînê bû. Niha jî êrîşî başûrê Kurdistanê dikin û wekî sedem jî hebûna PKK'ê nîşan didin. Lê em sedema van êrîşan ji Efrînê û Serekaniyê dizanin. Li hemberî Rojava polîtîkayeke qirêj tê meşandin. Bi van êrîşan dixwazin deskeftiyên ku bi berdelên giran hatine bi dest xistin tune bikin. Hemû polîtîkayên wan li ser dijminahiya kurdan e."
 
'Gel tê tecrîdkirin' 
 
Berdan di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wiha domand: "Rêbê PKK'ê  birêz Abdullah Ocalan ji 2015'an vir de di bin tecrîteke giran de ye. Ev tecrît ne tenê li ser birêz Ocalan e. Tecrît di  şexsê birêz Ocalan de li ser Rojhilata Navîn pêk tê. Birêz Ocalan di Rojhilata Navîn de bi fikrên xwe û sekna xwe ji gel  re bûye hêvî. Ji ber vê yekê tecrîdê giran dikin. Tecrît li Îmraliyê dest pê kir û li se gelê me berdewam dike. Ev tecrîd niha li Rojhilata Navîn belav bûye. Ev êrîş ne tenê li ser gelê me, li dijî hemû ol û baweriyan e. Pêwîst e ne tenê Gelê Kurd, hemû gelên Tirkiyeyê li hemberî vê faşîzmê li ber xwe bidin û divê em bi rê û rêbazên demokrasiyê li dijî vê faşîzmê tebikoşin." 
 
'Têkoşîna xwe mezin bikin'
 
Piştre parlementera HDP'ê ya Şirnexê Nuran Îmîr axivî. Nuran jî destnîşanî têkoşîna Gelê Kurd kir û wiha pêlda axaftina xwe: "Bi her awayî êrîşî me dikin û li dijî vê çareserî berxwedan e. Îro hemû civaka Tirkiyeyê teslîm girtine û dorbêç kirine. Hemû sazî dezgehên çapemeniyê di xîzmeta vê hişmendiya nijadperest de ne. Yên ku li kolanan, zindanan,bajaran berxwe didin kurd in. Têkoşîna kurdan ji her kesî re bû hêvî. Em ê li ber xwe bidin û têkoşîna xwe mezin bikin." 
 
Piştî axaftinan heyetê li navçeyê serdana esnafan û malbatan kir.