Li girtîgeha Bafrayê du girtî di grevê de ne!

  • 12:46 16 Kanûn 2020
  • Rojane
WAN - Li girtîeha Tîpa T ya Bafrayê Kinyas Ataman û Mehmet Yildirim, li dijî tecrîda li Îmraliyê di grevê de ne.
 
Bi armanca ku tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê bidawîkirin di 27'ê Mijdarê de li girtîgehan greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger hatibû destpêkirin. Grev di roja 20'î de berdewam dike.
 
Kinyas Ataman, ê ku li Girtîgeha Bafraya Samsunê ya Tîpa T tê girtin û di grevê de ye, di axaftina bi telefonê bi malbata xwe re kir de diyar kir ku ew û hevalê xwe Mehmet Ataman di grevê de ne.
 
Kinyas, diyar kir ku ew ê çalakiya xwe dewrî Haluk Ozek û Tekîn Çakmak bikin.