Leyla Guven: Rêya çareseriyê yekitiya neteweyî ye

  • 10:07 16 Kanûn 2020
  • Rojane
ŞIRNEX - Bi pêşengiya DBP’ê bi minasebeta pêşketinên li Herêma Federal a Kurdistanê di 17’ê Kanûnê de li Şirnexê wê daxuyaniyekê bê dayîn. Hevseroka KCD’ê Leyla Guven, ji bo daxuyaniya ku bê dayîn banga tevlibûnê kir û got: “Rêya çareserkirina pirsgirêkan avakirina yekitiya neteweyî ye."
 
Di pêşengiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û bi tevlibûna gelek partiyên din ên siyasî û saziyan li navenda bajêrê Şirnexê derbarê pêşketinên li Herêma Federal a Kurdistanê de dê di 17’ê Kanûnê roja pêncşemê bi dirûşmeya “Dem Dema Yekitiya Neteweyî û Azadiyê ye” daxuyanî bê dayîn. Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk(KCD) Leyla Guven, ji bo daxuyaniya ku wê di 17’ê Kanûnê de bê dayîn banga tevlîbûnê kir. 
 
Leyla, anî ziman ku di demên dawiyê de gelek pêşketin çêbûn û bal kişand ser greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger ku li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdeullah Ocalan û binpêkirinên mafan li girtîgehan hatiye destpêkirin û wiha got: “Ji bo rakirina tecrîdê û pirsgirêkên kurdan bi awayek demokratîk bên çareserkirin,  girtiyan dest bi greva birçîbûnê kirine. Ji aliyek dinê ve jî li ser axa başûrê Kurdistanê hêzên kurdan hatine hemberê hev û ev jî di dilê kurdan de bûye xemeke mezin. Ji aliyek dinê ve jî li bakurê Kurdistanê li ser siyaset û sîyasetmederên kurdan her roj gelek qirkirinên siyasî, girtin û binçavkirin hene. Em berê xwe didin ku derê kutf yên binçavkirin û di komkujiyan re tên derbaskirin. Li hember kurdan polîtîqayên bişaftin, înkar û îmhayê berdewam dikin. Rêya çareserkirina pirsgirêkan avakirina yekitiya neteweyî ye û derxistina pêş a berjewendiyên Gelê Kurd e. Li ser navê Gelê Kurd mafê tu hêzê tune ye ku pêşeroja gelê me û xeyalên azadiyê yên gel bixe talûkeyê.”
 
‘Yêkitiya neteweyî girîng e’
 
Leylayê,  destnîşan kir ku ji ber vê yekê ew ê di 17ê Kanûnê de li Şirnexê ji bo yekitiya neteweyî daxuyaniyê bidin û axaftina xwe wiha domand: “Çima Şirnex? Şirnex dilê Botanê ye. Gelê Şirnex û navçeyên wê gelek êşên giran dîtin. Niha jî li dijî gelê Botanê lîstok tên lîstik. Ev hefteyeke em hatine Botanê bi gel re hevdîtinan pêk tînin. Fikr û ramanên gelê Botanê ji bo me gelek girînge. Ji ber vê yekê em dibêjin Botan. Em wek Kongreya Civaka Demokratîk li Şirnexê roja pêncemê ji bo yekitiya neteweyî em ê daxuyaniyê bidin. Em bi hevre yekitiya xwe ava bikin û li hember van êrîşan bisekinin. Yêkitiya neteweyî ji bo gelê kurd gelek girînge.”
 
Leyla Gûven herî dawî ji bo daxûyaniya ku di 17 ‘ê Kanûnê de ji bo yekitî û tifaqa kurdan bê dayîn banga tevlibûnê li şêniyên Şirnexê kir.