‘Jin bi hebûna xwe parastina civakê dike’

  • 09:06 16 Kanûn 2020
  • Rojane
MEXMÛR - Endama Komîteya Pêwendiyên Derve ya Wargeha Mexmûrê Leyla Arzu Îlhan, diyar kir ku li Tirkiyeyê polîtîkayek taybet li hemberî herêmê tê meşandin û armanc dikin ku bi taciz û tecawizê rûmeta civakê bişkenîn û got: "Li dijî taciz û tecawizê em dikarin xwe birêxistin bikin û biparêzin. Her wiha jin dê bi hebûna xwe parastina civakê bike."
 
Li Tirkiyeyê her roja ku derbas dibe şîdet, taciz, tecawiz û kuştina jinan zêdetir dibe. Bi taybetî jî polîtîkayên taybet ên şêr ên ku li herêmê tê meşandin bandorê li jin û zarokan dike. Jin û zarok di encama polîtîkayan de mexdûr dibin, lê kujer, êrîşkar û tecawizkar jî bi saya qanûnan tên parastin. Ev tişt di bûyerên li Êlih û Şirnexê de bêtir derketin holê. Derbarê mijarê de endama Komîteya Pêwendiyên Derve ya Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) Leyla Arzu Îlhan ji ajansa me re axivî û bal kişand ser çanda tacîz û tecawîzê.
 
‘Ev destdirêjî ji pergala desthilatar qut nîne’ 
 
Leyla di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser polîtîkayên desthilatdaran a li hemberî jinê û got: “Bi rastî sala 2020’an derbarê jinê de pêvajoyek pir dijwar bû, jin di vê salê de ji aliyê dewlet û pergela desthilatar ve rastî komkujî û tundutijiyekê gelek bê pîvan hat. Ev destdirêjiyên ku li ser jinê tên kirin û zextên ku li ser jinê tê meşandin ji siyaseta pergala desthiladar qut nîne. Ew kesên ku van kiryarên qirêj li ser jinê didin meşandin pişt germiya xwe li pergalê dibînin, ev pergala ku niha heye bi taybetî pergala desthiladar e û ne tenê vê salê dijminahiyekê bi jinê re dike. Ev pergala desthiladar ji dîrokê heta îro li ser tunehesibandina jinê hatiye. Ji bo wê jî her tim hêza jinê ji bo xwe weke astengiyekî dîtine û xwestine bi hemû hewildanan ve vê hêzê ji holê rakin.”
 
‘Tacîz û tecawîz bê rumet kirina civakê ye’
 
Leylayê mijara destdirêjiya li hemberî zarokan wiha nirxand: “Tacîz û tecawîza ku niha tê kirin ji bo bêrûmetkirina civakê ye. Ew dixwezin civak bi awayekî fîzîkî hebe lê bê rûmet be. Lewma bi destdirêjiya ku li jinê tê kirin dixwezin rumeta ku jinê bi dest xistiye bi van qirêcûyên xwe ji destên jinê derbixin. Bi taybetî destdirêjiya ku li ser zarokan tê meşandin ji bo bêrûmetkirina pêşeroja me ye. Eger kesek an jî civakek pêşeroja xwe bê rumet bibîne wê çawa bikaribe xebatê bide meşandin. Bi salane dewleta tirk bi polîtîkayên xwe bi hemû şêwazan li ser civaka kurdan de hat.”
 
‘Pêwîste her jinek rêxistin kirî be’
 
Leyla, li ser kiryarên hikûmeta AKP ya ku çanda taciz û tecawizê rewa dibîne axivî û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Em dibînin ku Erdogan û pergala AKP'ê li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê rewşek wisa afirandiyê ku êdî erkdarên ku pêwîste civakê biparêzin rûmeta civakê dişkênin û tecawizê li civakê dikin. Bifikirin di civakekî de zarokeke 12-15 salî destdirêjî li ser tê kirin û bi tundutijiyê, şîdeta fîzîkî û şîdeta derûnî re rûbirû dimîne, bê guman ev kiryar nîşaneya rizandina civakê ye. Lê eger civak vegere cewherê xwe û li hemberê van kiryarên qirêj bibe yek û dengê xwe bilind bike ew ê nekaribin desthiladariya xwe bidomînin. Bêtir jî divê jin di vê hêlê de piştgiriyê bide hev û bibin yek. Divê bê zanîn ku hêzên desthiladar ji rêxistinbûna jinê ditirse. Pêwîste em vê rêxistinbûna jinê civakî bikin. Ji ber ku jin êdî gihîştiye astekê, bûne xwedî bi hêz û rêxistinbûna xwe avakirine. Niha ya girîng ew e ku em vê hêz û rêxistinbûna xwe biparêzin. Heke em xwe û civaka xwe ne parêzin dê hemû destkeftiyên mê ji destê me biçin.”
 
‘Em ê xwedî li hebûna xwe derkevin’
 
Leylayê bal kişand ser parastina jinê ji destkeftiyên jinan û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Li hember vê pergala desthiladar, jinan her tim xwe parastiye û ji bo ku vegere li ser cewhera xwe ya esasî têkoşîna xwe domandiye. Lê dema ku em bala xwe didin tu dem weke vê pêvajoya heyî tekoşîna jinê ya ku xwe bi rêxistin kirî û xwe bi pergal kirî ne hatiye pêk anîn. Bê guman gelek jinên bi nav û deng di dîrokê de hene ku ji bo azadiya jin û civakê têkoşîn dane. Têkoşîna ku heta niha jinan daye tiştekî ne ji rêzê ne, em niha di lutkeya serkeftinê de ne. Loma divê jin van destkeftiyên xwe bibîne û bi îradeya xwe, biryardariya xwe û bi hebûna xwe bikaribe di nava civakê de cih bigire. Em jî bi xweparastinê û rêxstinbûnê bikaribin destkeftiyên xwe yên di nava civakê de biparêzin.”