‘Veqetîna ji koçeriyê qutbûna ji xwezayê ye’

  • 09:05 16 Kanûn 2020
  • Rojane
Medya Uren
 
MÊRDÎN - Ji bo parastina çanda xwe jin berxwedêr û jêhatî ne. Girêdana wan bi xweza û çandê re nayê pîvan. Lewra ji ber  êriş, operesyon û bombebaranên li ser xwezaya me bi milyonan kes ji xaka xwe veqetiyan. Koçer jî yên ku herî zêde ji van pêkanînan bi bandor bûne ne. Jinên koçer, gotin ku ji koçeriyê veqetîn, ji xwezayê qutbûn e û ji xwezayê qutîn jî jiyanek mirî ye.
 
Kurdên ku nunertiya çanda herî kevnar a mirovahiyê dikin rexmê hemû êriş û gefan vê çandê diparêzin. Yek ji van ji koçerî ye. Koçer di rêyên dur û zehmet re bi kîlometreyan rê diçin û zozan bi zozan digerin. Lewra gelek zozan ji ber operesyonan hatine qedexekirin. Ev ji rê li ber xirakirina pergala bi hezaran mirovan vedike. Nesîbe Bayar yek ji wan kesan e ku jiyana xwe bi koçeriyê diborîne û Helîme Emîr jî ji ber qedexeyên dewleta tirk dev ji zozanên xwe berdaye û li gundan jiyana xwe berdewam dike. Nesîbe û Helîme derbarê jiyana xwe de nirxandin kirin. 
 
Koçer dibêjin veqetîna ji koçeriyê qutbûna ji  xwezayê ye. Dema em li jiyana wan, nêzîkatiya wan bi xweza, lawir, şînatiyan re temaşe dikin jiyana xwezayî tê bîra mirov. Zarok ji di nava xwezayê de bi hezkirina wê re mezin dibin. Jin, mêr û ciwan bi hev re bi awayek komun dixebitin. Herwiha ev ji bo hemû ferdên koçeran derbaddar e. Nesîbe Bayar ji di axaftinek ya xwe de dibêje em hemû ji bo hev in. Li dijî van yekan qutbûn û bicihbûna li bajaran wê çandê dikuje û xweşikbûna wê ji tune dike.
 
‘Me ji jiyana xwe hez dikir’
 
Nesîbe Bayar a ku bi eslê xwe ji navçeya Silopî ya girêdayî Şirnexê ye, diyar kir ku ew timî ji geliyên Colemêrgê heta, Silopî, Cizîr, Mêrdîn, Êlih û Wanê diçin û ji wê jî ber bi zivistanê ve tên navçeya Mîdyadê. Nesîbe anî ziman ku li vir jî ji ber şert û mercên dijwar yên zivstanê, ji vedana konan zêdetir xaniyan kirê dikin û bi taybet li gundê Xerabê yê girêdayî Mîdyadê di avahiyên Êzidiyan de yên ku hatine terikandin de dimînin. Nesîbeyê di axaftina xwe de diyar kir ku ew di riyan de û li cihên lê dimînin jî zahmetiyan dijîn, lê li gel zahmetiyan jî em ji jiyana koçeriyê hez dikin.”
 
‘Em êdî nikarin biçin zozanên xwe’
 
Nesîbe wiha berdewam kir: “Hemû debara me li ser xwedîkirina pez e. Em şîr, penîr, mast, keşk û lorik difiroşin. Em ajalan xwedî dikin û ew ji me xwedî dikin. Lê mixabin niha şert û mercên me yên jiyanê weke berê nînin. Hertişt zehmet kirine. Zozanên me yên aliyê herêma Botan û Colemêrgê hemû qedexe kirine. Çuyîna me ya wan aliyan xeter e. Dewlet destûrê nade. Me ji berê xwe daye  Erzeromê. Em li ser xakên din bi kîra digerin. Gera me bicihbûyîna me bûye bi pere. Ev ji di aliyê aborî de me dixe zorê. Zozanên me xweş bûn herî kêm li wir hatiniyeke me çêdibû. Lê niha ji bo ku em çanda xwe bidin berdewamkirin em têdikoşin. Ji ber ku em dev ji vî karî berdin bi awayên din wê jiyan ji me re zor be û ne bi tendirust be 
 
‘Ne xak, ne çand, ne ji jiyan ma’
 
Helîme Emîr jî ji koçerên Silopiyê ye ku di heman xeta Colemêrg, Silopî, Mêrdîn û Wanê re derbas dibûn. Ew piştî qedexeyên ku li aliyê Serhed û Botanê giran dibin neçarî koçberiyê tenê kirin. Ango li ser malbata wan bi xwe ji êrişek taybet pêk tê. Ew li bajarê Êlihê bi cih dibin. Demek dirêj hewil dan ku koçeriya xwe bidin berdewamkirin. Helîme û malbata xwe li metropolên Tirkiyê dest bi karên demsalî kirin. Helîme got ew jiyan ji wan re timî biyanî bû û wiha berdewam kir: “Me zehmetî û zoriyek mezin dît. Piştî ku em ji ser xaka xwe koçber bûn em xizan bûn. Ne xak ma, ne çand, ne jî jiyana me. Ji ser axa xwe koçberî dibe sedema tunebûnê.”
 
‘Jiyana bi xwezayê re me şa dike’
 
Helîme wiha dawî li axaftina xwe anî: “Herî dawî me got wisa nabe, me got bi kira be bi deyn be em ê karê xwe bikin. Koçerî nebe ji em ê bi xwezayê re mijûl bibin. Ji xwe tiştek nabe  wekî koçeriyê, lê cardin jî bi ajalan re mijulbûn me kêfxweş dike. Em hatine gundê Bacê yê ku cîranê gundê Xerabê ye. Ev gund gundê êzidiyan e. Ew ji weke me neçarî koçberiyê bûne. Em li vir cardin di şert û mercên zehmet de dimînin. Lê gund, jiyana bi xwezayê re me şa dike. Ez niha bi malbata xwe re li vir im. Em pezê malbatên vî gundî xwedî dikin, şivaniyê û bêrîvaniyê dikin. Hertiştê wan ji me ye. Salane em pereyê xwe digirin.”