'Divê demildest partiyên kurdî ji bo yekîtiyê gavê biavêjin'

  • 09:03 16 Kanûn 2020
  • Rojane
Sara Şêx Hesen
 
HELEB - Ji Rêveberiya Bîroya Jinê ya PYD'ê Hêvîn Silêman di derbarê yekrêziya kurdan de nirxandin kir û wiha got: "Çareseriya hemû alozî û pirsgirêkan di rêya yekîtiyê re derbas dibe. Divê demildest partiyên kurdan ji bo yekîtiya kurdan xebatên xwe xurt bikin û gavên mezin biavêjin."
 
Ev bû demeke dirêj ji bo yekîtiya kurdan lihevkirin di nava partiyên kurdî de dihat çêkirin, armanca van lihevkirinan ew bû ku yekîtiya kurdan pêk were û ji bo berjewandiya kurdan xebatek cidî bê kirin. Lê dijminê kurdan naxweze ev tişt pêk were ji bo wê her dem di nava lêgerînê de ye ku hevgirtina kurdan têk bibe û şerê xwişk û biratiyê derkeve. Têkildarî yekîtiya kurdan ji Rêveberiya Bîroya Jinê ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Hêvîn Silêman nêrîna xwe parve kir.
 
'Gelê Kurd ji bo hebûna xwe mayinde bike têdikoşe'
 
Hêvînê di destpêka gotina xwe de êrîşên li ser kurdan nirxand û got: "Gelê Kurd ji dîrokê bigire heta niha gelek bedelên giran dan û heta niha jî ji bo hebûna xwe mayinde bike têdikoşe. Dijminên kurdan niha siyaseta qirkirinê li ser îrade û hebûna gelên azadîxwaz dide meşandin. Cihên ku ji aliyê dewleta tirk û çeteyên wê ve hatine dagirkirin, tiştên dûrî pîvanên exlaqî û binpêkirinên mafê mirovan tên jiyîn. Bi peymana Sykes Picot Kurdistan kirin çar parçe û kurd ji hev qut kirin. Bi vê peymanê xwestin kurdan ji çand, dîrok, ziman û hebûna wan dûr bixînin û bi çandên din bihelînin."
 
'Dewleta tirk dixwaze destkeftiyên kurdan qir bike'
 
Hêvînê di dewama gotina xwe de bal kişand ser êrîşên li ser Şengalê û wiha domand: "Armanca dijminên kurdan ew e ku kurd nebin yek û heta niha jî kurdan bi kurdan re didin şerkirin. Heta niha jî li Başûr, Bakur, Rojava ji bo ku yekîtiya kurdan pêk neyê dijmin xebatên pir qirêj dide meşandin. Bi taybet dixwaze destkeftiyên ku li Rojava hatine bidestxistin binpê bike. Partiya AKP'ê polîtikayek qirêj dileyîze û dixwaze bi wê siyaseta xwe ya qirêj kurdan qir bike. Herî dawî dest avêtin Şengalê û xwestin li Şengalê destkeftiyên ku gel bi xwîna bi hezaran zarokên xwe bi dest xistine tune bikin. Em tucar ji bîra nakin di sala 2014'an de  çeteyên DAIŞ'ê êrîşî Kurdên me yên Êzîdî kir û bi hezaran jinên Êzîdî hatin revandin û heta niha jî gelek ji wan çarenûsa wan ne diyar e, hemû gelê resen ên Şengalê koçber bûn. Piştî Şengal ji çeteyên DAIŞ'ê rizgar bû, gel car din vegeriya û Rêveberiya Xweser ava kirin. Dijminên kurdan cardin dixwazin di şexsê gelê Şengalê de kurdan ji qirkirin û komkujiyan re derbas bikin û fermana xwe temam bikin."
 
'Divê demildest partiyên kurdî gavên mezin biavêjin'
 
Hêvînê bal kişand ser yekrêziya kurdan û wiha dirêjî da gotina xwe: "Demeke li ser yekrêziya kurdî diyalog pêk tên, ev yek jî pir baş e. Em dikarin li hember van siyasetên li dijî hebûna kurdan tê meşandin bi yekîtiya xwe vala derbixînin. Divê hemû partiyên kurdî û Gelê Kurd ji xwe re yekîtiya neteweyî û berjewendiyên kurdan esas bigirin da ku em bibin bersiv ji hemû qirkirinên li dijî kurdan tên kirin. Em dixwazin hemû gel bi hev re bijîn. Divê aliyên kurdan hişyar bin, ji ber dijminê kurdan naxwaze em bibin yek û herdem dixwazin şerê kurdî kurdî pêk were. Kurd bi bedelên gelek giran, gelek destkeftî bi dest xistin û niha di aliyê siyasî û leşkerî de hêzêk wan yên xurt heye. Ji bo wê hemû çavên cîhanê li ser kurdan e. Çareseriya hemû alozî û pirsgirêkan di rêya yekîtiyê de derbas dibe, divê demildest partiyên kurdan ji bo yekîtiya kurdan xebatên xwe xurt bikin û gavên mezin biavêjin."
 
'Divê Gelê Kurd hebûna xwe mayinde bike'
 
Hêvînê herî dawî banga Gelê Kurd kir ku ji bo ku destkeftiyên xwe biparêzin divê yekîtiya xwe ava bikin û wiha bi dawî kir: "Pêvajoya ku niha em dijîn pir hesas e, ji bo wê jî divê em li dijî êrîşan şiyar bin û destkeftiyên xwe biparêzin. Divê em têkevin nava wê ferqê ku dijminê bav û kalan tu caran nabin dost. Her wiha banga min ji hikûmeta Bexda û Hewlerê heye ku dest ji siyaseta xwe ya qirêj berdin, ji ber dewleta tirk ji dîrokê bigire heta roja îro dijminê herî mezin ê kurdan e. Her wiha banga min ji Gelê Kurd re heye ku ji bo ku em bikaribin destkeftiyên xwe biparêzin divê yekîtiya xwe ava bikin û hebûna xwe li ser rûyê erdê mayinde bikin."