Siyasetmedarên jin: Li dijî tecrîdê yekitî pêwîst e

  • 09:02 16 Kanûn 2020
  • Rojane
AMED - Siyasetmedarên jin ên Amedê derbarê grevên birçîbûnê ya bêdem û dorveger axivîn û gotin: “Ji bo ku grevên birçîbûnê bi dawî bibe divê tecrîda li ser birêz Ocalan bişkê. Azadiya Gelê Kurd girêdayî azadiya Abdullah Ocalan e. Em li dijî tecrîdê banga yekitiyê  dikim.’
 
Bi sedan girtiyên PKK û PAJK’ê li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên li girtiyan, di 27’ê mijdarê de, dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger kirin. Niha koma çarem di çalakiyê de ne. Girtî bi rêya malbatên xwe diyar kirin ku heta ku çalakiya negihije armanca xwe dê çalakiya xwe bidomînin. Siyasetmedarên jin ên Amedê bal kişandin ser grevên birçîbûnê û nêrînên xwe ji ajansa me re anîn ziman.
 
‘Divê jin li dijî tecrîdê têbikoşin' 
 
Rêvebera DBP’ê Yasemîn Akengîn bal kişand ser polîtîkayên tecrîda li hemberî Abdullah Ocalan û got ku: “Sala çûyî Leyla Guven jî bi heman armancê dest bi greva birçîbûnê kiribû û jinan berpirsiyariyek mezin hilgirtibûn. Parlamenterên jin ên HDP’ê, aktîvîst û dayik pêngavek girîng avêtin, piştgirî dan grevên birçîbûnê. Grevên birçîbûnê tecrîdê bi awayekî şikand, dengek derket holê. Ez hêvî dikim aştî û çareseriyek mayînde were peydakirin. Tecrîd ji aliyê mêr û dewletê ve di hemû qadên ku jin lê cih digrin xwe dide der. Jin divê li dijî vê tecrîda ku hemû qadan de derdikeve pêşberî jinê bêdeng nemînin. Jin divê di vê têkoşînê de bi awayekî aktîf cih bigrin. Banga min ji bo jinan ev e ku bila jin di hemû qadên jîngehên xwe de li dijî tecrîdê têbikoşin.”
 
‘Divê ev tecrîd were şikandin’
 
Rêvebera bajêr a HDP’ê Melîha Gurluk got tecrîd herî zêde li ser jinan bi bandor e û wiha pê de çû: “Ji bo şikandina tecrîda birêz Abdullah Ocalan girtî dest bi greva birçîbûnê kirin. Di vê pêvajoya şewbê de greva birçîbûnê dê giran be. Em di  nava fikaran de ne û em daxwaz dikin bila ev tecrîda giran a li ser Birêz Ocalan û Gelê Kurd êdî i holê rabe. Girtiyên di nava  di şert û mercên giran de dijîn. Tedawiyên girtiyên nexweş nayên kirin. Di encama tedawînebûna girtiyan gelek ji wan jiyana xwe ji dest dan. Divê ev tecrîd were şikandin.”
 
‘Li dijî tecrîdê yekitî pêwîst e’
 
Rêvebera navçeya Rêzanê ya HDP’ê Sûna Guneş bal kişand ser girîngiya azadiya Abdullah Ocalan û wiha axivî: “Ji bo ku grevên birçîbûnê bi dawî bibe divê ev tecrîda giran a li ser birêz Ocalan bişkê. Azadiya Gelê Kurd girêdayî azadiya Abdullah Ocalan e. Ez li dijî tecrîdê banga yekitiyê li gel dikim.”