Kongreya Star li Lubnanê panel li dar xist
- 15:55 15 Kanûn 2020
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Şaxa Kongreya Star a Lubnanê li navenda Weqfa Newroz 2 panel li dar xist.
Kongreya Star panelek bi sernavê "Rêxistin û pêkanîna edaletê ji bo jinan" li paytexta Lubnanê Beyrûtê, li dar xist.
Bi beşdarbûna bi dehan endamên Kongeraya Star û Weqfa Newroz, panel li navenda Weqfa Newroz a Çandî û Civakî hat lidarxistin.
Parêzera mafên mirovan Heyfe Yûsif di panelanê axivî û got: “Em li vir in da ku jinan bi pêş bixin û bi azadiyê û edaletê bifikirin."
Heyfe der barê ku çawa jin bibe xwedî biryar û bi berpirsyariya xwe de û çawa jinên ku ji hevjînên xwe veqetiyane û zarokên xwe bi dest bixe, şîrove kir. Heyfe got rûxmî her tiştî, lê li hin dewletan pêşketin çêbûne û ev yek nayê paşguhkirin.
Panelan bi çend pirsên ji hêla endamên Kongeraya Star li Lubnanê bi dawî bû.
Parêzer û qasida aştiyê Siroş Helebçe serdana Weqfa Newroz a li Lubnanê kir. Di serdanê de, Siroş Helebçe li ser dîroka jinên Kurd semînerek da.
Siroş da zanîn ku jinên Kurd gelek îşkence, zilm, binpêkirin û komkujî dîtin lê belê bi berxwedan, têkoşîn, hezkirina welat û vîna xwe siyaseta dijmin têk bir.
Di dawiyê de Siroş Helebçe diyar kir ku pêwîst e jin xwedî biryar bin û bi xwe bawer bin.