Çalakiya xelkê Şengalê dewam dike

  • 15:14 15 Kanûn 2020
  • Rojane
ŞENGAL - Çalakiya xelkê Şengalê a ji bo destekdayîna Asayîşa Êzidxanê dewam dike. 
 
Çalakiya ku xelkê Şengalê bi armanca destekdayîna Asayişa Êzidxanê daye destpêkirin, di roja xwe ya 14’an de dewam dike. Welatiyên Şengalê di çerçoveya çalakiyên dijî peymana Bexda û Hewlêrê ya li ser Şengalê de, bi armanca piştgirîdayîna Asayişa Êzidxanê, li pêşiya avahiya Navenda Asayişa Şengalê kon vedabûn.
 
Çalakiya ku bi dirûşma “Em hemû asayiş in” hatiye destpêkirin di roja xwe ya 14’an de de dewam dike. Welatî bê navber serdana konê berxwedanê dikin û çalakvan jî heya danê siharê govendê dor agir digerînin.