Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin

  • 13:28 15 Kanûn 2020
  • Rojane
STENBOL - Parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, ji bo ku bi muwekîlê xwe re hevdîtin bikin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. 
 
Parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê girtî ye, Raziye Tûrgût, Rêzan Sarica, Îbrahîm Bîlmez û Serbay Koklu ji bo ku sibê bi muwekîlê xwe re hevdîtin bikin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
 
Parêzerên Abdullah Ocalan Rêzan Sarica û Newroz Ûysal, piştî 8 sal di navbera 2’ê Gulanê û 7’ê tebaxa 2019’an de 5 caran bi Ocalan re hevdîtin kiribûn. 
 
Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê, di 23’ê îlonê de bi hinceta “nexşerêya” ku Ocalan di sala 2009’an de amade kiribû û ji Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) re şandibû, ji bo 6 mehan hevdîtina parêzeran a bi Ocalan re qedexe kiribû.