Leyla Guven: Em ê berxwedana xwe gav bi gav mezin bikin

  • 13:15 15 Kanûn 2020
  • Rojane
ŞIRNEX - Hevseroka  KCD’ê Leyla Guven di meresamî vekirina avahiya rêxistina  HDP'ê ya Qilêbanê de axivî û wiha got: "Em bi îşkenceyê re rûbirû man, em hatin binçavkirin û girtin. Lê em 40 sal in jî li ber xwe didin. Em ê berxwedana xwe gav bi gav mezin bikin."
 
Heyeta Hevserokên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven û Berdan Ozturk jî di nav de, di çarçoveya kampanyaya “Em ê yekitiyê saz bikin, tecrîdê bişkînin, azadiyê pêk bînin” li navçeya Qilebanê beşdarî meresamî vekirina avahiya rêxistina HDP'ê bûn. Heyet bi dirûşmeyên "Bijî berxwedana HDP" hatin pêşwazîkirin. Piştî merasîma vekirina avahiya HDP'ê Hevseroka KCD'ê Leyla Guven axivî. Leyla, di axaftina xwe de bal kişand li ser girîngiya tifaqa Gelê Kurd û got ku di vê pêvajoyê de tişta herî pêwîst yêkitiye.  
 
Leyla, anî ziman ku têkoşîna gel hêz dide berxwedana wan û wiha got: "Ev pêşwaziya we ya gerim em kêfxweş kirin. Em dizanin ku wê doza Kurdistanê bigihîje armanca xwe. Ez li vir careke din pê hesiyam ku ev doz gihiştiye armanca xwe û me gelek şoreş pêk anîne. Bi hezkirina dayikan me careke din dît ku em gihiştine armanca xwe. Hûn jî dizanin ku tu azadî û tu rêxistin bê armanc pêk nehatine. Gelê Kurd jî roj bi roj digihîje armanca xwe. Em li ku bin bila li wir bin, pêwîste em bi rêxistin bin û em bi tifaq bin. Pirsgirika Kurd niha li Tirkiyeyê pirsgirika herî serekeye. Em duh li Cizîrê bûn. Di jêrzemînên Cizîrê de bi sedan hevalên me hatin şewitandin. Di her malbateke me de 2-3 şehîd hene. Dilê wan bi birîne lê serê wan bilinde û girêdahî doza xwe ne. Malên xwe dan û canê xwe dan. Lê gelê me dîsa jî dev ji daxwaziya azadiyê bernade. Em xîzmetkarê vî gelî ne û em mînettarê vî gelî ne. Weke hilbijartiyê we em dixwazin ku layiqî we bibin." 
 
'Serkeftin nêzike'
 
Leyla, di berdewamiya axaftina xwe de yekitiya Gelê Kurd destnîşan kir û wiha pêlda axaftina xwe: "Li hemberî me zilmek heye. Nifûsa leşkeran ji gelê Qilebanê zêdetir e. Gelo çima ev hatine axa me dagirkirine? Ji van nivî leşker û nivî jî cerdevan xaka me dagirkirine. Loma em serî radikin û vê zilmê qebûl nakin. Niha li ser çar perçeyên Kurdistanê zilm heye. Niha gelek siyasetmenderên me di zindanan de ne. Gelek hevalên me ji nêçariya xwe ji welat derketiye. Zilma wan a li dijî Gelê Kurd her ku diçe zêde dibe. Lê em niha dibînin ku li Rojhilatanavîn beyî kurdan tu biryar nayên dayîn. Tu kes êdî beyî kurdan nikare gav biavêje. Beyî kurdan nikarin tiştekî bikin. Kurdan gelek bedel dan û li hemberî van bedelan jî deskeftiyên kurdan hene. Kurd li ku bin bi rêxistinin û ji bo mafên xwe tedikoşin. Kes dikare beyî Kurdan tevbigere. Em hatine merhela serkeftinê. Serkeftin nêzike. Ji ber wê jî neyarên  me lîstîkan pêk tînin. Qilêban sînorê başûrê Kurdistanê ye. Başûrê Kurdistan jî xaka me ye. Em nikarin bibêjin ku Başûr ne xaka me ye. Em nikarin başûr û bakur ji hevdû cuda bikin. Ew ax axa me ye. Lê niha dewleta tirk li wir jî lîstîkên qirêj dide meşandin. Li başûr hêzên kurdan anîne hemberî hevdû. Kurd bila hevdû bikujin û tirko jî keyf bike. Pêwîste ku em van lîstîkan vala derbixin. Em dixwazin ku PDK ji vê şaştiyê bizivire. Birêz Mesut Barzanî xwe jî gotibû ku 'Em birakujiyê naxwazin' Em niha dibînin ku bi daxwaza dewleta Tirkiyeyê dîsa birakujî pêk tê. Em ji Qilêbanê bang li hêzên kurdan bang dikin, ji şerê navxweyî bizivirin. Ev zirarê dide gelê me. Welehî em şerê navxweyî naxwazin. Ji şerê navxweyî re êdî bes e. Divê em li hemberî neyarê xwe tebikoşin. Bila siyasetenderên kurdan, hêzên kurd bên gel hevdû û vî şerî bi dawî bikin."
 
'Em 40 sal in li ber xwe didin' 
 
Leyla, di dawiya axaftina xwe de bal kişand li ser grevên birçîbûnê ya li girtîgehan dest pê kiriye û wiha dawî li axaftina anî: "Tecrîta li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ne tenê bi destê dewleta Tirkiyeyê tê girankirin. Dewleta Tirkiyeyê ji hêzên navnetewî re gardiyaniyê dike. Emerîka, Rusya û Fransa ji vê ne dûr in. Ev tecrîte bi destê van tê girankirin. Ji ber wê ji pêwîste ku em xwedî li çalakiya zindanan derkevin. Dengê hevalên me yên zindanan nagihije derve. Em dikarin dengê wan bidin bihîstin. Pêwîste ku em bibin dengê wan û nefesa wan. Me îşkence derbaskirine, me girtina derbaskirine û me komkujî derbaskirine. Em çil sal in li berxwe didin. Divê em moralê xwe xera nekin û em berxwedana xwe gav bi gav mezin bikin. Heger ku em bi moral bin em ê serbikevin." 
 
Piştî axaftinan heyetê li navçeyê çûn serdana esnafan. Her wiha sibê jî heyet wê li navçeya Elkê biçe serdana esnafan.