'Li hemberî tecrîtê bêdeng nemînin'

  • 09:10 15 Kanûn 2020
  • Rojane
Medya Uren
 
MÊRDÎN - Şukran Dogan bi salane di nava Dayikên Aştiyê de cih digire banga piştevaniya çalakiya greva birçîbûnê kir û got: "Bi hezaran zarok, ciwan û dayikên me di girtîgehan de ne. Ew ji li wir tên tecrîtkirin. Bi tundî û bêmafiyan re rûbirû dimînin. Ev ji yek ji bêtehemiliyên wan e. Divê em li dijî tecrîda li hemberî Îmraliyê û li tevahiya girtîgehan bêdeng nemînin.”
 
Girtiyên PKK'yî û PAJK'î li dijî tecrîda li hemberî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û binpêkirina li girtîgehan di 27'ê Mijdarê de dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger kirin. Girtî di her peyama xwe de bal dikişînin ser girîngiya çalakiyê û banga piştevaniyê dikin. Ligel bangevaziya girtiyan Dayikên Aştiyê jî ketin nava liv û gevgerê û banga xwedî li derketina çalakiyê dikin. Yek jî wan dayikan Şukran Dogan e.
 
‘Em ê berxwedana xwe bidomînin' 
 
Dayika Aştiyê Şukran Dogan, dayika 10 zarokan e ku ji 10 zarokên wê 8 zarok di demên cuda de ketine girtîgehê. Her yek ji wan demên dirêj girtî mane. Herî dawiyê ji kurê wê yê ku karê rojnamevaniyê dikir Cengîz Dogan hat girtin. Ev ji ne girtina yekem a Cengîze, ji temenê xwe yê 16 salî şûnde her tim hatiyê girtin û di encamê de 10 caran ceza girtiye. Li girtîgê jî li dijî tecrît û binpêkirina mafan têkoşîna xwe da berdewam kir. 4 caran ket greva birçîbûnê. Beriya van grevan 100 rojan di greva birçîbûnê de ma. Şukran diyar kir ku Cengîz têkildarê girtîgehan qala tiştekî nake û tenê dibêje dê berxwedan bidome. 
 
Her tim di nava çalakiyan de bû
 
Şukran jî ji hemû serhildanên li girtîgehan hatine destpêkirin re piştgiriyek xurt nîşan da. Li ber deriyê girtîgehan rûnişt û ji wan re bû deng. Ligel hemû gef û tundiyê polîsan ew ji tim li kolanan bû. Li Enqerê li ber deriyê Meclîsê çalakî li dar xistin. Şukranê diyar kir ku her tim ji bo zarokên xwe di nava lêgerîna aştiyê de bû. 
 
Şukran bal kişand li ser nêzîkatiyên dewletê ya li hemberî kurdan û wiha got: "Di her rûniştina dozê de min bertekên xwe bi tilîliyan dianî ziman. Lê li hemberî tilîliyan jî tehemûla wan tunebû. Ji ber vê helwestê 2 rojan ceza dan min û meta Cengîz ê. Bi hezaran zarok, ciwan û dayikên me di girtîgehan de ne. Ew ji li wir tên tecrîtkirin. Bi tundî û bêmafiyan re rûbirû dimînin. Ev ji yek ji bêtehemiliyên wan e. Divê bizanin em li hemberî êrişan naçilmisin,  em her tim şîn dibin. Li girtîgehan yekitiyek ew qas xurt heye ku li vir me bandor dike û dihilkişîne serhildanê.”
 
‘Li girtîgehan grev heye’
 
Şukran bal kişan li ser tecrîta li Îmraliyê tê meşandinê û wiha got: “22 sal in rêberê gelekî tê tecrîtkirin. Divê ez destnîşan bikim ku tecrît li dijî aştiyê kelpçeyek e. Ji bo em wan kelepçeyan bişkînin pêwîste em bi yek destî rabin û bêjin êdî bese. Ji bo aramiya hemû gelan rabin ser xwe. Mafê tu kesek tune ye ku van yekan bi me bide kirin. Niha roja berxwedanê ye. Li girtîgehan grev heye. Ev çiqas zor ji bo me zor ji be pêdiviyek e. Em pê şanazin jî.”