'Dengê Star FM hest, daxwaz û awazên tevahî jinan e'

  • 09:05 15 Kanûn 2020
  • Rojane
Roj Hozan - Rojda Seyidxan
 
QAMIŞLO - Bi boneya sêyemîn salvegera radyoya Star FM'ê, endam û revebirên Radyoya Star FM'ê, xebat û pêşketinên xwe nirxandin û wiha gotin: "Armanca me ew bû ku jin bikaribin bi awayekî rehet bi rêya radyoya me hest, awaz, daxwaz, hêvî û gazincên xwe bi me re parve bikin. Li gor xwestekên tevahî jinan em tev digerin û pêşniyarên wan jî digirin dest."
 
Radyoya Star FM'ê weke yekemîn radoya dengê jinên şoreşê di 15’ê Kanûna 2017’an de li navçeya Tirbespiyê ya Kantona Qamiloyê hatiye vekirin. Ev radyo bi pêşengtiye çend jinên ciwan dest bi xebatê kiriye û pê re ber bi pêşketin û firehkirina xebatê ve çûye. Di radoyê de xwesertiya jinê bi rengekî balkêş tê dîtin ku ji endam û revebirên wê, heya mêvan û guhdarvanên wê jin in. Radoya Star FM'ê sê salên tijî ked û xebat li peyî xwe hişt. Heta radeyeke bilind dikarîbû di nava hebûna jinan de cihê xwe mayinde bike û bi hezkirin dengê wê bikeve dilê her jinekê.  Bi boneya sêyemîn salvegera radyoya Star FM'ê endam û rêveberên radyoya Star FM'ê, xebat û pêşketinên xwe nirxandin û bi me re parve kirin. 
 
'Radoya Star FM hêviya tevahî jinan e'
 
Ji Rêveberiya Radoya Star FM û yek ji damezrênerên wê yên destpêkê Avaşîn Hêlîn li ser avakirina radyoyê wiha dest bi nirxandinên xwe kir: "Di serî de em salvegera sêyemîn ya radoya Star FM li tevahî jinên ku bi saya têkoşîna wan em gihaştine vê astê pîroz dikin. Avakirina radyoyê me bi çend jinên ciwan dest pê kir û niha jî em xebatên xwe berfirehtir dikin. Ev radyo hêviya tevahî jinan bû û bi saya şoreşa Rojavayê Kurdistanê ev hêvî êdî pêk hat. Jinên rojnemevan jî yek ji daxwazên wan bû ku dezgeheke ragihandinê ya xweser ku bibe dengê jinan, hebe. Bingeha ku me pê li ser piyan xwe hişt, Ajansa JINNEW û Televizyona JIN TV'yê bû. Pêwîstî hebû ku radyoyeke jinê ya xweser jî bê vekirin da ku jin bi rengekî xurtir rêxistin, xwesertiya xwe nas bikin û di nav de jî bijîn."
 
'Armanc ew bû ku jin daxwazên xwe parve bikin'
 
Avaşînê di domandina axaftina xwe de bal kişand ser watedariya xwesertiya radyoya jinê Star FM û wiha pê de çû: "Berî radyoya Star FM radyoyên me yên giştî, hene. Eger mirov li dîrokê vegere radoya yekem ya ku hatiye avakirin radyoya (Êrîvan) ya destpêkê bû ku tenê tê de 15 deqan bi kurdî weşan dikir. Lê piştî wê êdî şaxên radyoyê xwe berfireh kir û bi şoreşê re gelek radyo hatin avakirin. Yekem radyoya jinê Star FM bi navê dengê jin û jiyanê li Rojavayê Kurdistanê vebû. Coşa vekirina vê radyoyê bi hestên pir mezin xwe da der . Armanca me jî ew bû ku jin bikaribin bi awayekî rehet hest, awaz, daxwaz, hêvî û gazincên xwe bi me re parve bikin."
 
'Em li gor xwestekên tevahî jinan tev digerin'
 
Avaşînê di nava nirxandinên xwe de destnîşanî guhertin û veguhertinên ku di nav van herdu salên borî de di radyoyê de çêbûne kir û ev tişt got:"Niha radyoya Star FM sê sal dagirtî xebat li pey xwe hişt. Radyo ji gelek bernameyên cur be cur pêk tê, bernameyên kurdî, erebî û bernameyên zimanê sûryanî jî ku di hefteyê de bernameyek jê tê çêkirin, tê de tên pêşkêşkirin. Hemû bernameyên me yên siyasî, gotubêj, hunerî, çandî , zarok û her hwd di radyoyê de tên çêkirin. Ev bername jî bi danasîna dîroka jin, têkoşîna û berxwedana wê, her wiha bûyerên ku jin dijîn, tên şîrovekirin û nirxandin. Me xwest em vê carê cudabûnekê têxin bernameyên xwe ku herdu zayend bi hev re tevlî bibin. Mînaka wê jî di bernameyên hunerî, her wiha mijarên nirxandina rêxistina jinê de em mêr jî li kêleka jinê tevlî bernameyê dikin. Lê bi giranî naveroka wê jin e. Di vê salê de ya herî zêde ku bala mirovan dikşîne, me du bernameyên ku bi xwesteka jinên guhdarvan hate pêşniyarkirin li weşana xwe zêde kir. Mînak bernameya Dîrokê Binase jineke mamoste pêşniyar kir ku pêşkêş bike, di nav de jî dîroka Kurdistanê û dîroka têkoşîna jinê tê de tê pênasekirin. Di heman demê de bernameya Jinolojî jî lê hate zêdekirin, ew jî yek ji mamosteyên zanista jinê ku pêşniyariya vê bernameyê kir da pêşkêş bike û rengekî cuda bide radyoyê. Jinên ku li me guhdar dikin pir alîkariyê didin me, bi vî rengî em li gor xwestekên tevahî jinan tev digerin û pêşniyarên wan jî digirin dest."
 
'Di sala nû de em ê bernameyên weşana xwe zêde bikin'
 
Di dawiyê de Avaşînê armancên xwe yên sala pêş de anî ziman û wiha bi dawî kir: "Di sala me ya nû de armanca me ya sereke ew ku em bernameyên weşana xwe zêde bikin. Radyoya Star FM rast e weşana wê tenê Tirbespiyê ye, lê li  Bakur û Rojhilatê Sûiyeyê dengê jinan digire nava xwe. Em dixwazin bernameyên radyoya xwe zêde bikin, bi rengekî ku li gelek deverên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê deng vede. Hemû jinên ku ji bo doza azadiya xwe ked û têkoşînê didin meşandin, em bi rêya radyoya xwe silav û hezkirinên xwe ji wan re dişînin. Hêviya min jî ew e ku hemû jin bi rengekî rehet nêrînên xwe bi me re parve bikin, da ku em jî bikaribin bibin dengê wan."
  
'Hemû aliyên ku jin tê de pêşeng e em didin nasîn'
 
Endama Radoya Star FM Mediya Silêman li ser kar û xebatên xwe wiha got: "Ev 2 sal û nîv in ez di vê radyoyê de dixebitim. Rojane ez Bernameya Rojbaş Kurdistan pêşkêş dikim, him jî bernameya Nirxên Şoreşê pêşkêş dikim. Bernameya Rojbaş Kurdistan rojane tê pêşkêşkirin, quncikên wên yên cuda hene û bi zimanê kurdî, erebî tê dayin. Di vê bernameyê de rojbaşî heye, rewşa hewayê, gotinên pêşiyan û rojane em mijareke cuda digirin dest. Mijarên ku em digirin dest jî giştî jinê eleqedar dikin. Mîna rewşa jinê, xebat, dezgehên wê û tenduristiya jinê. Ya ku di navbera wan de jî hevbeş e ew e ku her tişt bi pênaseya jinê ye. Bernameya Nirxên Şoreşê jî ji hefteyê carekê ye û tê de jiyana têkoşerên gazî, serpêhatiya wan, bîranînên wan û têkoşîna ku ji bo birîndar bûne em di bernameyê de tînin ser ziman. Bi giştî hemû aliyên ku jin tê de pêşeng e em didin nasîn."
 
'Pêwîstî heye em bi rengê xwe yê xweser bixebitin'
 
Mediyayê destnîşanî têkiliyên di navbera mêvan û pêşkêşvan de, herwiha di navbera xebatkarên radyoyê de kir ku bi hev re bernameyên xweş, bi armanc didin pêş û wiha dirêjî da gotina xwe: "Dema mirov di radyoya jinê de û bi mêvaneke jin re eleqedar bibe, ew girêdana jinê bi jinê re derdikeve pêş û bi hev re jî aliyên kêm tên temamkirin. Di hemû rengên bernameyên me de êdî famkirinek di navbera mêvan û pêşkêşvan de çêdibe û rehet ew jin hestên xwe tîne ziman. Jin li êşa jin, jiyan û serpêhatiya hevdu guhdar dikin. Dema  em dibêjin xweser, gerek mirov hinekî kûr bifikire. Pêwîstî heye ku em bi rengê xwe yê xweser bixebitin. Ji ber herî zêde di tevahî sazî û dezgehên giştî de rûyê ku li pêş e yê jinê ye. Di navenda me de jî ji hevaltiya kar zêdetir, rihê hevaltiya jiyanî jî pir li pêş e. Em hemû hevdu hîs dikin, hevdu fêr dikin, pirsgirêkên xwe bi hev re çareser dikin û rihê hezkirinê her di nava me de heye."
 
'Em bi hêvi ne em li gor daxwaz û hêviyên jinan tev bigerin'
   
Mediyayê di dawiya gotina xwe de li ser girêdana di navbera rojnemevan û civakê de nêrîna xwe anî ziman û wiha bi dawî kir:"Rast e niha ez pêşkêşvaniyê dikim, lê gelek caran ez dadikevim nava civakê û wî rihê girêdanê qayim dikim. Têkiliyên xwe xurt dikim. Heger mirov ji civakê qut bibe, wê nikaribe di tu beşan de bi ser bikeve. Civak perwerdeyê dide mirovan, mirovên civakê jî dikarin bi hêsanî wan zehmetî û kêfxweşiyên xwe ji me re bînin ser ziman. Zanebûnên rojnamevanan di nava civakê de zindî dimînin û her zehmetiyek jî pêşketinek e.  Di dawiyê de ez serkefinê ji hemû hevalên xwe yên rojnemevan re dixwazim. Em bi hêvi ne ku em li gor daxwaz û hêviyên tevahî jinan tev bigerin."