Li hemberî xwezayê polîtîkayên tunekirinê ya salek

  • 09:04 15 Kanûn 2020
  • Rojane
AMED - Li herêmê li hemberî xwezayê polîtîkayek taybet tên meşandin. Di nava salekê de hem ekolojiya herêmê hat texrîpkirin û hem jî ji bo sermayedaran qadên rantê hatin vekirin. 
 
Demên dawiyê li hemberî xwezaya li herêmê polîtîkayên taybet tên meşandin. Bi her awayî ve tê talankirin û texripkirin. Bi şewitandina daristanan hemû zindî ji holê tên rakirin. Li herêmê herî zedê projeyên HES û JES'ê tên pêşxistin û ev jî tê wateya qirkirina ekolojiyê. Ev nêzîkati tê wateya dewlemendkirina sermayedaran. Hemû qadên xwezayî ji rantê re tên vekirin. 
 
Îsal di her helê de cihên dîrokî, daristan, çem û hedefa polîtîkayên qirkirinê û me xwest em yek bi yek binîn ziman.
 
* Santralên termîkê yên di navbera bajarokên Gîte û Bêspîn ên Silopiya Şirnexê de ye ji aliyê Koma Cîner ya bi nêzîkatiya xwe ya hikûmetê tê naskirin hat çêkirin. Zirara ku dide xweza, mirov û hemû zindiyan berdewam dike.
 
*Li Geliyê Zîlan ê navçeya Erdîşê ya Wanê, careke din dest bi çêkirina 4 Santralên Hîdroelektrîkê (HES) hat kirin. 
 
*Şîrketa Anonîm a Kareba ya Dicleresê, ji bo li Dêrik, Qoser û Şemrexê Projeya Santralên Enerjiya Ba a Dicleresê têxin meriyetê, xwestibû 50 turbînên ba yên Santralên Enerjiya Ba (RES) ava bikin. Ji bo vê yekê serî li Wezareta Derdor û Bajarvanî û Nirxandina Bandora Derdorê (ÇED) dabû. Wezareta Derdorê û ÇED'e rapora 'Erênî' dabû projeyê. 
 
* Baxçeyên Hevselê ku ji aliyê UNESCO ve hatiye parastin dixwazin bikin Baxçeyê millet. 
 
*Li herêma Çiyayê Cûdiyê, li deverên qaleqol lê hene dar tên birîn. Bi taybetî jî li derdora Gundikê Remo, Gilindor û Nêvavayê rojê 100 ton dar hatin birîn. 
 
* Walîtiya Dêrsimê biryar da ku li Kaniyên Mûnzûrê avahî ango înşat werin çêkirin.
 
* Li Gundê Dêşî yê Dêrika Mêrdînê agir bi 150 donim zeviyê genim ket û şewitî.
 
* Li herêma Omeryan a Mêrdînê şewata ji 11’ê hezîranê derketiye bi tesîra bayê re berbelav bibû. Şewat li herêma gundên Qesra Ahmedê, Qurdîsê, Dara, Xerabê Bava, Cinata Miho û Cinata Hiso, Yestê û Rişvanê yên Omeriyan qadek berfireh dabû ber xwe. Ev şewat bû sedema bi sedan hawîrdor û cihê bi dar bişewite.
 
* Wezareta Çandinî û Daristanê daxuyandibû ku wê di 13'yê Tîrmeha 2020'an de ji bo nêçîrkirina pezkoviyan îhaleyekê ragihîne. Lê belê li ser nerazîbûna xelkê biryara îhaleyê hatibû betalkirin. 
 
*Miduriyeta Giştî ya Parkên Netewî û Parastina Xwezayê ya Girêdayî Wezareta Çandinî û Daristanan “Fermana Sepana Turîzma Nêçîrê” weşand. Di vê fermanê de nêçîra pezkoviyên li Çewligê jî têde cih girtiye.
 
* Li bajarê qedîm Heskîfê ku ketiye bin Bendava Ilisûyê ji ber avxwînê Qesra Biçûk a 900 salî bi hilweşandinê re rûbirû mabû. Vê carê jî betona li dora qesrê hatibû rijandin hilweşiya. Li gorî daneyên fermî navçeya Heskîfê, 108 gund û 42 mezra di bin Bendava Ilisûyê de man. Li gorî daneyên Kordînasyona Heskîfê jî 199 jîngeh di bin bendavê de man e. Li gel gund, mezra û navçeyê Girikê Çattepe (Tell-Fafan) yê dîrokî û bi hezaran eraziyên xelkê jî ketin bin avê.
 
* Ava Gola Sixkê ya girêdayî navçeya Rêya Armûşê ya Wanê ku malovaniyê ji gelek zindî, qaqlîbaz û leglegan re dike, di salên dawî de pir kêm bûye. Gol ji ber kêmbûyîna avê, qirêjî heyî û zibaleyên derdorê, bi gefa ziwabûnê re rû bi rû ye.
 
*  Li navçeyên Kozan û Pozantî yên Edenê, Mêrsîn, Hatay, Osmaniyê, Çorûm, Enqere, Sînop, qûntarên Çiyayê Cûdî ya Şirnexê û li Gelîbolû ya Çanakkale bi giştî 6 hezar û 500 hektar qadên daristanê şewitîn.
 
* Midûriyeta Giştî ya Maden û Karên Petrolê (MAPEG) dixwaze li 68 bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyê 766 herêman ji bo qada madenê veke û rûhsatê bide.
 
* Li Kaniyên Mûnzûrê ya li navçeya Pilurê ya girêdayî Dêrsimê ji 5’ê tebaxê ve di bin navê “sererastkirina derdorê” de bi makîneyên kar xebat hatiye destpêkirin û didome.
 
* Li Taxa Saraçoglû û Taxa Ensarê yên navçeya Artûklû ya Mêrdînê tê xwestin "Projeya Veguherandina Bajêr" bê pêkanîn.