Jinên Komînîst ên Şoreşger: Em bi hev re zihniyeta tecawizkar hilweşînin

  • 17:17 14 Kanûn 2020
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên Komînîst ên Şoreşger têkildarî bûyera tecawizê ya li Êlihê qewimî daxuyaniya nivîskî da. Di daxuyaniyê de hat ragihandin rastiya destdirêjî û tundiya li ser jinê di heman demê de rastiya hişmendiya dewleta baviksalarî  ye.
 
Li Gundê Kercewşê yê Êlihê 27 kesî tecawizî zarokeke 15 salî kiribûn. Têkildarî mijarê Jinên Komînîst ên Şoreşger daxuyaniya nivîskî weşand. Jinan di daxuyaniyê de gotin hemû jin pêwîst e li dijî zihniyeta qirêj serî hilde. Em bi hev re zihniyeta faşîst û tecawizkar hilweşînin. 
 
Di dewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin:
 
"Me careke din nûçeyên “li Êlihê destdirêjiya li ser zarokeke 15 salî” xwend. Derket holê ku zaroka  ji ber êşa zikê xwe diçe nexweşxaneyê ji hêla 27 kes an rastî êrişa zayendî û destdirêjiyê hatiye. Çanda destdirêjiyê ku bi salan e dewleta tirk li Kurdistanê li hember jinên Kurd weke rêbazeke şerê taybet dimeşîne berdewam dike. Rastiya destdirêjî û tundiya li ser jinê di heman demê de rastiya hişmendiya dewleta baviksalarî  ye.
 
Berî çend mehan çawîşê pispor Musa Orhan ku bi rojan tecawizî Îpek Er kir û bû sebeba xwekuştina wê, bi fermana iqtîdara AKP'ê û Suleyman Soylu serbest hatibû berdan. Piştî ku ev bûyer derket holê jî rayedarên dewletê daxuyanî dan û gotin ku di vî karî de kesekî ji erkana dewletê tune ye.
 
Hişmendiya baviksalarî ku bi salan e li Kurdistanê destdirêjiyê weke parçeyeke ji şer bi kar tîne, destdirêjiya gerîlayên jin ên şehîd dike, laşên wan li kolanan teşhîr dike, di dadgehên xwe de vê hişmendiyê diparêze û bi daxîna rewşa baş dixwaze vê rewa bike, Mûsa Orhan ê tecawizkar diparêze û serbest berdide. Bi hinceta Vîrusa Koronayê bi hezaran kujerên jinan, tecawizkaran berdide û hema hişmendî li Rojava li qadên ku dagir kiriye bi sedan jinan direvîne, îşkence, destdirêjî û her cure tundiyê li ser wan pêk tîne yek in. Hemû jin pêwîst e li dijî zihniyeta qirêj serî hilde. Em bi hev re zihniyeta faşîst û tecawizkar hilweşînin. "