RSF: Bi sedan rojnameger ji ber nûçeyên vîrusê hatine girtin

  • 15:46 14 Kanûn 2020
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî rapora Rojnamegerên Sînornenas (RSF) Tirkiye di lîsteya azadiya çapemeniyê de ji nav 180 welatan di rêza 154’an de ye, li cîhanê 387 rojnameger hatine girtin û herî kêm 130 rojnameger jî ji ber nûçeyên li ser koronavîrusê hatine girtin.
 
Rojnamegerên Sînornenas (RSF) rapora azadiya çapemeniyê ya sala 2020’î eşkere kir. Li gorî raporê, 387 xebatkarên çapemeniyê di girtîgehê de ne.
 
Li gorî raporê li Çînê 117, li Erebistana Siûdîye 34, li Misirê 30 û li Sûriyeyê jî 27 xebatkarên çapemeniyê di girtîgehê de ne. Hate diyarkirin ku li cîhanê bi giştî 42 rojnamegerên jin girtî ne. RSF’ê diyar kir ku 54 rojnameger hatine revandin û çar rojnameger jî winda ne.
 
Li gorî raporê li temamê cîhanê 130 rojnameger ji ber nûçeyên li ser şewba koronavîrusê hatine girtin.
 
Li gorî raporê Tirkiye di lîsteya azadiya çapemeniyê de di nav 180 welatan de di rêza 154’an de ye.