Şêniyên Qamişloyê êrîşên li ser Şengalê şeremezar kirin

  • 14:59 14 Kanûn 2020
  • Rojane
QAMIŞLO - Partiya PYD'ê li dijî êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û li dijî peymana hikûmeta Bexda û Hewlêrê ya li ser Şengalê îmze kirine bi meşekê şermezar kirin.
 
Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) li dijî êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û peymana hikûmeta Bexda û Hewlerê ya li ser Şengalê îmze kirine bi tevlîbûna şêniyên Qamişlo, sazî û dezgehên sivîl meşek li dar xist. Di meşê de wêneyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û alê Yekîtiya Partiya Yekîtiya Demokratîk û Kongreya Star hatibû hildan. Meş ji stadyûma 12'ê Adarê ya bajarê Qamişloyê dest pê kir û heta navenda neteweyên yekbûyî dom kir. 
 
Piştî meşê bi deqeyek rêzgirtin a ji bo cangoriyên azadiyê, Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Mesûd Ferhan êrîşên dewleta tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û peymana hikûmeta Bexda û Hewlerê ya li ser Şengalê îmze kirine şermezar kir û wiha got: "Em di destpêkê de bi tundî êrîş û gefên dewleta tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar dikin. Niha tevahî Gelê Kurd li ser piya ne û li dijî êrîşan têkoşînek bêhempa raber dikin. Her wiha hikûmeta Bexda û Hewlerê peymanan bê ku xweseriya gelê Şengalê li ber çavan derbas bike îmze dike, niha li Başûrê Kurdistanê şerê kurdî kurdî dest pê kiriye. Pêwist e gelê me baş bizanibûn ku tu kes nikare vîna Kurdên Êzîdî bişkîne. Divê em di vê rewşa hesas de xwe baş bi rêxistin bikin. Em ê bi têkoşîn û berxwedana xwe yekîtiya Gelê Kurd çêbikin."
 
Meş bi dirûşma "Bimre îxanet û "Bijî berxwedana Şengalê" bi dawî bû.