Li Amedê şewat derket: 7 jin rakirin nexweşxaneyê

  • 14:58 14 Kanûn 2020
  • Rojane
AMED - Li Amedê di avahîyeke 2 qatî de ji kontaxa ceryanê şewat derket. Ji ber duhê şewatê 7 jin bandor bûn. 
 
Li gorî agahiyên hatin bi destxistin hat diyarkirin ku li avahîyeke di binê wê de dikana cilan hebû û li ser xaçerêya Amed – Rihayê bû serê sibehê ji ber kontaxa ceryanê şewat derketiye. 
 
Li ser banga ciranan,  polês, tîmên agirkujê û tendirustvan hatin cihê bûyerê û heft jinên ku ji şewatê bi bandor bûn rakirin nexwaşxaneyê.
 
Şewat ji aliyê tîmên agirkujê ve hat temirandin.