Dîlan Dîrayet Taşdemîr: Ev banga komkujiyê ye
- 11:58 14 Kanûn 2020
- Rojane
ENQERE - Parlementera HDP’ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr têkildarê gotinên MHP’ ên wek ‘bila HDP bê girtin’ got ku ev axaftinên hatine kirin banga komkujiyê ye, ew ê serî li dadgehên navnetewî bidin.
Parlementera HDP’ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr têkildarê gotinên MHP’ê ên wek ‘ Bila HDP bê girtin’ axivî û got: “ Ev axaftinên hatine kirin banga komkujiyê ye. em ê serî li dadgehên navnetewî bidin. Ev kiryarên wan li cîhanê û dadgehên navnetewî jî suc tê pejirandin."
‘AKP û MHP çeteyên tawanbarîyê ne’
Dîlanê anî zer ziman ku tifaka MHP û AKP’ê ev pênc sale li binpêkirinên xwe yên dikin ên nûh zêde dikin û wiha berdewam kir: “ HDP li kolana ye, li meckîsê ye û li her cihî kiryarên MHP û AKP’ê eşkere dike. Ew bi têkiliyên xwe yên bi çeteyan re siyasta xwe didin xuyakirin. Wekî çeteyan gefan li partiyan dikin. Ew dixwazin kesên aşitîxwez û demokrasîxwez bi vê rêya çetewarî bitirsînin û dengê wan qut bikin."
'Ev banga komkujiyê ye û suc e’
Dîlanê bilêv kir ku ev 5 sal e li ser partiya wan operayonên sîyasî ên komkujîyê didomin û wiha lê zzêde kir; “ Bi hezaran mirov hatin girtin, mîtîngên me hatin bobekirin, hevalên me hatin binçavkirin, vîna gel tune hat hesibandin û qayum avîtin ser şarederîyên me. Lê ew bi ser neketin. Ev sîyaseta wan a zextê bi kêr nehat. Li hemberî wan muxalefeteke ku li ber xwe dide heye û ev muxalefet li hemberî wan tu carî serê xwe natewîne û gel hê jî piştgiriyê dide HDP’ê. Ev wê yekê dizanin ku ger hilbijartink çê bibe ew ê têk biçin. Lewma ew partîya me dikin hedef û gotinên ku di hiquqa navneteweyî de suc tên hesibndin dibêjin. Ev banağa wan banga komkujiyê ye û suc e. Li cihanê jî mînakên wek vê hene. Em ê di derheqê vê mijarê de serî li rêyên hiquqî bidin û bi rêya hevdîtinên navneteweyî serîlêdanan bikin.”
‘Ew diyar dikin ku ne partiyeke siyasî ne’
Dîlan Dîrayet Taşdemîr got:” Talimata girtina HDP’ê bi rêya tora civakî bi destê sîysetmederan hatie dayîn. MHP’ê bi gotinên xwe ji hêla hiquqa navneteweyî jî sûcê mirovahiyê kiriye û ev pêkanînên wan ji hêla Tiriyeyê ve jî cihê şermdêrîyê ye. Banga wan ya ji bo girtina HDP’ê jî lawazbûna wa dide xûyakirin ku ew ne partiyek sîyasî ne. Em ê li hemberî wan wek HDP tekoşîna xwe bidomînin.
'Divê Dozger lêpirsînê bidin destpêkrin’
Dîlanê got ku ew dixwazin civakê jî bi rêya tora civakî tev li sucê xwe bikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “ Divê ji bo van kesan doz bihê vekirin û lêkolîn bê destpêkirin. Çimkî bi awayekî eşkere banga tawanbarîyê tê kirin. Ev jî di hemû cîhan û hiquqa navnetewî de suc e. Divê dozger demildest lêkollînê bidin destpêkirin. Lê li welatên ku bi talîmatan tê rêvebirin wê doz jî bi talîmatan bên domandin.”