Meclîsa Jinê ya HDP'ê: Em ê polîtikayên xwe yên azadiya jinê biqêrin

  • 10:45 14 Kanûn 2020
  • Rojane
ENQERE - Meclîsa Jinê ya HDP'ê ya alîkarî da jinên li ser medyaya civakî mêrê destdirêjiyê li wan dike îfşa dikin, di daxuyaniya ku da de wiha got:"Em wekî jinên HDP'yî li gel we ne. Kesên jinan hedef digirin em ji wan re wiha dibêjin; Yên ku ew ê dengê xwe dernexin ne jin in, bersûc in. Ew ê ne xewa jinan ê destdirêjiyê dikin xewa wan dê bireve."
 
Meclîsa Jinê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) têkildarî parvekirinên destdirêjiya mêran a li dijî jinan ên li ser medyaya civakî daxuyaniya nivîskî da. Meclîsa Jinê ya HDP'ê di daxuyaniya xwe de wiha got:"Em ê ligel jinên li dijî tundiya mêr serî natewînin bin."
 
'Çalakî bi piştevaniya jinê veguherî raperînê'
 
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin bi rojan e şahidiya parvekirinên li ser medyaya civakî yên jinan tê kirin û wiha hat gotin:"Me bi vê çalakiyê careke din dît ku bi deh hezaran jin statuya wan çi dibe bila bibe mêr dest dirêjî wan dikin û tundiyê li wan dikin. Tevî vê yekê jinên mêrên tundiyê dike û dest dirêjî wan dike teşhîr dikin dibin hedefa gefxwarinê. Çalakiyên jin dikin bi polîtikayên zextê yên îktidarê tê xwestin bê îtibar bên hiştin. Bi zext û êrişên li ser medyaya civakî bêdenghiştin li ser jinan tê ferzkirin."
 
'Em ê polîtikayên xwe yên azadiya jinê biqêrin'
 
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku ew ê wekî Meclîsa Jinê ya HDP'ê kar û xebatên li kuçe, cihê kar û her derê dewam bikin û wiha hat gotin:"Em ê li ser esasa "Beyana jinê esas e" li dijî polîtikayên neçarhiştinê ya îktidarê polîtikayên xwe yên azadiya jinê biqêrin. Em ê li dijî zagona mêr a çavên xwe ji bersûc re digire parastina xwe bidomînin."
 
'Ne xewa jinê dê ya bersûcan bireve'
 
Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin:"Di serî de jinên mêr tundiyê li wan dikin hemû jin bila vêya baş bizanibin ku em wekî jinên HDP'yî li gel we ne. Em ê li gel her jinên serî ji tundiya mêr natewînin bin. Em ji têkoşîna xwe gav paşde neavêjin! Em ji kesên jinan dikin hedef jî vê yekê dibêjin; Ya wê bêdeng bimîne ne jin e, bersûc in. Ne xewa jinê dê ya bersûcan bireve."