Çalakiya greva birçibûnê di roja 18’ an de ye

  • 10:02 14 Kanûn 2020
  • Rojane
NAVANDA NÛÇEYAN - Çalakîya greva birçîbûnê ya li girtîgehan ku li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên girrtîyên di zindanan de hatibû despêkirin, bi dewirgirtina koma 4’emîn  di roja xwe ya 18’an de didome.
 
Çalakiya greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger ya girtiyan ku li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirina mafan li girtîgehan di 27'ê Mijdarê de dabûn destpêkirin bi dewirgirtina koma çaremîn di roja xwe ya 18’an de didome. 
 
Girtiyan bi rêya malbatên xwe gotin: “Bila gelê me dengê me bibihîze. Em dest bidin hev û vê pêvajoyê bi hev re derbas bikin û faşîzmê têk bibin.”