'Çalakiya li zîndanan wê bigihêje armanca xwe'

  • 09:02 14 Kanûn 2020
  • Rojane
Raperîn Bekir
 
ŞEHBA - Endama Komîteya Perwerdê ya Meclîsa Malbatên Şehîdan a Herêma Efrînê, Hêvî Silêman li ser greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda girankirî li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku girtiyên di girtîgehên Tirkiye û bakurê Kurdistanê dane destpêkirin de nirxandin kir û got: "Çalakiya greva birçûbûnê ya ku di girtîgehan de hatiye destpêkirin wê bersivek mezin bide siyaseta faşîst a dewleta tirk."
 
Li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û li dijî binpêkirinên mafên girtiyên di zîndanan de, girtiyên siyasî yên di girtîgehên Tirkiye û bakurê Kurdistanê de ne di 27'ê Mijdarê de dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger kirin. Sala borî jî bi heman armancê di pêşengiya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlementera Partiya Dememokratîk a Gelan (HDP) ya Colemergê Leyla Guven de, Endamê HDP'ê Nasir Yagiz û Endama Koordînasyona Meclîsa Îştarê ya Wargeha Mexmûrê Fadîle Tok û bi sedan ji rêhevalên wan di girtîgehan de dest bi greva birçîbûnê kiribûn. Girêdayî mijarê Endama Komîteya Perwerdê ya Meclîsa Malbatên Şehîdan a Efrînê, Hêvî Silêman nêrîna xwe parvekir.
 
'Berxwedana wê bibe bersiv ji siyaseta faşist re'
 
Hêvî di destpêka gotina xwe de behsa siyaseta dewleta tirk ya qirker kir û wiha got: "Siyaseta ku dewleta tirk li ser Gelên Tirkiyeyê û bi taybet Gelê Kurd dide meşandin ji zihniyeta baviksalarî û faşîst tê. Dewleta tirk di nava xwe de pêkhateyên cuda qebûl nake û di her firsendê de êrîşî nirxên gelan dike. Ji bo ku em bikaribin vê siyaseta qirker ji holê rabikin divê em hemû pêkhate îradeya xwe xurt bikin û yekîtiya xwe ava bikin. Niha di girtîgehên Tirkiyeyê û bakurê Kurdistanê de girtiyên siyasî li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo û binpêkirinên mafên girtiyan dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirine û ev çalakî bersiva herî xurt ji dagirkeran re ye. Em bi tundî vê siyaseta qirkirinê û faşîst şermezar dikin."
 
'Li zîndanan siyaseta qirkirinê tê meşandin'
 
Hêvî diyar kir ku li hember siyaseta qirkirinê, di girtîgehan de çanda berxwedanê hat hilbijartin û wiha domand: "Di hundir zîndanan de siyaseta qirkirinê li ser girtiyên siyasî û di serî de li ser Rêber Apo tê meşandin. Li hember vê siyaseta faşist li zîndanan çanda berxwedanê hat hilbijartin û bi berxwedana zîndanan wê sîstema dewleta tirk a dagirker têk biçe. Ev siyaseta qirkirinê li pêş çavên saziyên mafên mirovan tê kirin û ew hîna jî bêdeng in. Girtiyên siyasî ev bû demek ji bo bidawîkirina tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo û li dijî binpêkirina mafên girtiyan dest bi çalakiya girava birçibûnê kirine. Ev çalakiyeke pîroz û bi rûmet e."
 
'Li hember faşîzmê wê berxwedan bi ser keve'
 
Di dawiyê de Hêvî piştgiriya xwe ji bo çalakiya grava birçibûnê anî ziman û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em piştgiriya çalakiya grava birçibûnê ku li zîndanan hatiye destpêkirin, dikin. Em ê bi rihê Mazlûm û Kemalan siyaseta qirkirinê têk bibin û zihniyeta dagirker a dewleta tirk têk tune bikin. Li hember vê siyasetê wê berxwedan û îradeya gelan bi serkeve. Bi tekoşîn û berxwedanê wê tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo bê bidawîkirin û wê bê azadkirin. Em li ser şopa girtiyên xwe ya siyasî dimeşin û tucarî paşve venagerin."