‘Têkoşîna li dijî binpêkirina mafan tê astengkirin’

  • 09:01 14 Kanûn 2020
  • Rojane
AMED - Alîkara Hevserokên Giştî yên ÎHD’ê Parêzer Rehşan Bataray, bal kişand ser 10’ê Kanûnê Roja Mafên Mirovan a Cîhanê û wiha got: “Binpêkirina mafên mirovan her ku diçe zêdetir dibe. Lê têkoşîna li dijî binpêkirina mafan tê astengkirin.
 
Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) di sala 1948’an de di 10-17’ê Kanûnê de Peymana Gerdunî ya Mafên Mirovan îlan kir û ev dîrok di heman demê de Hefteya Mafên Mirovan hat qebûlkirin. Tirkiyeyê jî di sala 1949’an de ew peyman pêjirand. Her sal bi minasebeta vê rojê cûrbecûr çalaki tên lidarxistin. Alîkara Hevserokên Giştî yên ÎHD’ê Parêzer Rehşan Bataray, têkîldarî mîjarê nirxanidinên xwe bi ajansa me re parve kirin.
 
‘Pandemiyê binpêkirina mafan kûrtir kir’
 
Rehşan diyar kir ku ew her sal di çarçoveya Roja Mafên Mirovan de cûrbecûr xebatan pêk tînin û got: “ Bi qasî ku ji destê me tê em ji bo binpêkirina mafên mirovan raporan amade dikin. Her wiha ji bo baldarbûna li ser vê mijarê jî xebatên me çêdibin. Lê îsal ji ber şert û mercên  pandemiyê em ê vê heftê xebatên xwe di çarçoveya tevdîran de bikin. Di salên borî de bi armanca hişyarkirin gel, me panel û bername li dar xistin. Lê îsal bi piraniya xebatên me wê li ser medyaya civakî bên meşandin. Binpêkirina mafan her ku diçe zêdetir dibe. Bi taybetî jî îsal bi pandemiyê re kûrtir bû. Vê binpêkirinê xwe li seranserê cîhanê herî zêde di hêla aboriyê de nîşan da.”
 
‘Li bajarên kurdan binpêkirina mafan zêdetir bû’
 
Rehşanê bal kişand ser zexta hiqûqnasan û wiha got: “ Li Tirkiyê di bajarên kurdan de dîsa binpêkirina mafan kêm nebû beravajî xwe zêdetir kir. Bi taybetî jî di demên dawîn de zextên li ser kesên parêzvanên mafên mirovan zêde bû. Bi destê darazê parezêr hatin darizandin. Ji ber çalakiyên mafên mirovan û xebatên xwe yên adlîyeyê darizandina parêzeran bi rastî jî rewşwke şermezarkirinê ye. Mixabin bi van zext û binçavkirinan hin parezêr ketin girtîgehan hin parezêr jî ji welatên xwe koç kirin. Ligel van zextan li ser jinan jî polîtîkayên binçavkirin û girtinê hatin meşandin. Wekî ku tê zanîn ji ber qanûna înfazê jin û zarok bi tundî û tacîzê re rûbirû man. Di encamê wê de gelek jin hatin qetîl kirin. Sazî û dezgehên jinan ku ji bo peşiya wan bûyeran bigirin jî hatin hedefgirtin. Lewra jin bi gelek zextan re rûbirû man.”
 
‘Têkoşîna li dijî binpêkirina mafan tê astengkirin’
 
Rehşanê destnîşan kir ku tevî van zext û binpêkirinan têkoşîna mafên mirovan jî tê dayîn û got: “Em di hêla mafên mirovan de di pêvajoyeke dijwar re derbas dibin. Dîsa mîjarek girîng pergala îşkenceyê ye. Hem li hundir û hem jî li derve di çalaki û xebatanan de îşkenceya fîzîkî zêde bû. Wekî li Wanê ideaya 2 welatiyên ji helikopterê hatin avêtin hebû ku ji be îşkenceyê binpêkirina mafê jiyanê pêk hat. Ji ber ku parêzvanên mafên mirovan wan binpêkirinan rapor dikin û pêşkêşê cîhanê dikin. Lewra ji bo ku ser wan bê girtin zextên xwe bi vî awayî demeşînin.”
 
‘Bêdengiya NY'yê pêşiya binpêkirina mafan vedike’
 
Rehşanê got ku divê NY bêdengiya xwe ya li hemberî binpêkirina mafan a li Tirkiyê bidawî bike û ev tişt anî ziman: “Tu sal ewqas binpêkirin zêde nebibû. Vê xwe di raporên me de jî da nîşandan. Gelek hiqûqnas, sîyasetmedar û parêzvanên mafên mirovan hatin girtin. Tevî van yekan AÎHM'ê jî ew binpêkirin tespit kirin lê tu gavek nehat avêtin. Bêdengiya ewropayê jî pêşiya wan binpêkirinan zêdetir dike. Tevî van yekan hê jî mirov hay ji mafên xwe nîn in. Divê derbarê wê de zêdetir xebat bên kirin. Em hêvî dikin ku di serdanên pêş de ew binpêkirina mafan kêm bibe.”