ROJEVA 14'Ê KANÛNA 2020'Î

  • 09:00 14 Kanûn 2020
  • Rojev
*Alîkara Hevserokên Giştî yên ÎHD’ê Parêzer Rehşan Bataray, bal kişand ser 10’ê Kanûnê Roja Mafên Mirovan a Cîhanê û wiha got: “Binpêkirina mafên mirovan her ku diçe zêdetir dibe. Lê têkoşîna li dijî binpêkirina mafan tê astengkirin.DÎMEN HEYE
 
*Endama Komîteya Perwerdê ya Meclîsa Malbatên Şehîdan a Herêma Efrînê, Hêvî Silêman li ser greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda girankirî li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku girtiyên di girtîgehên Tirkiye û bakurê Kurdistanê dane destpêkirin de nirxandin kir û got: "Çalakiya greva birçûbûnê ya ku di girtîgehan de hatiye destpêkirin wê bersivek mezin bide siyaseta faşîst a dewleta tirk." DÎMEN HEYE
 
*Rêvebera Kongreya Star a Bajarê Qamişloyê Şaha Xelîl derbarê tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tê meşandin de wiha got: "Daxwaza dewletan ji tecrîdê ew e ku fikir û felsefeya Rêber Apo bikin nav çar diwaran ku tu kes hîn nebe. Lê fikir û Felsefeya Rêber Apo di dilê her kesî de ye û em ê weke tevgera jinê ji bo azadiya Rêber Apo her di nava çalakiyan de bin." DÎMEN HEYE
 
*Di ser qedexeya derketina derve û komkujiyên li Cizîrê re 5 sal derbas bûn û der barê komkujiyê de gelek dosya bi hinceta ‘ne li gorî hiqûqê ne’ bi biryara neşopandinê bi encam bûn.
 
*Murîban Aslan a ku lawê wê di koma 3'emîn a çalakiya grevê ya li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan ket grevê diyar kir ku divê daxwazên girtiyan bên qebûl kirin û wiha got, "Ger ku daxwaz neyên qebûlkirin em ê jî dest bi grevê bikin." DÎMEN HEYE
 
*Seroka Devrîmcî Partî (Partiya Şoreşger) Elîf Torun Oneren, ku derbarê girtiyên li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de axivî, diyar kir ku tecrîda li Îmraliyê destpêka hemû tecrîdan e û ogt, "Erka me ya dîrokî ye ku em ji tecrîdê re bibêjin na." DÎMEN HEYE
 
*Li dijî êrişên dewleta tirk ew ê li Qamişloyê meş bê lidarxistin. (11.00)
 
*Bi tevlîbûna Hevserokên KCD'ê Leyla Guven û Berdan Oztûrk, bi boneya di qedexeya derketina kolan a Cizîrê de kesên jiyana xwe ji dest dan bên bîranîn.(11.00)