Nurhayat Altun li dijî tecrîdê dest bi grevê kir

  • 13:43 13 Kanûn 2020
  • Rojane
KOCAELÎ - Hevşaredara Dêrsimê ya berê Nurhayat Altun li Girtîgeha Tîpa F ya Hejmar 1 a Kandraya Kocaeliyê, li dijî tecrîda li Îmraliyê dest bi greva birçîbûnê kir. 
 
Greva birçîbûnê ya ku li girtîgeha li dijî Tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û bipêkirinên mafan di 27'ê Mijdarê de hat destpêkirin di roja 17'an de bi tevlibûnên nû berdewam dike. 
 
Hevşaredara Dêrsimê ya berê Nurhayat Altun li Girtîgeha Tîpa F ya Hejmar 1 a Kandraya Kocaeliyê, li dijî tecrîda li Îmraliyê dest bi greva birçîbûnê kir. 
 
Nurhayatê di hevdîtina ku bi telefonê bi malbata xwe re kir de diyar kir ku ew tevli greva birçîbûnê bûye.