'Bi biryardarî û vîna xwe em ê bi ser kevin'

  • 11:07 13 Kanûn 2020
  • Rojane
SENGAL - Çalakiya Konvedanê ya Şêniyên Şengalê di roja 12'an de berdewam dike. Çalakvanan diyar kir ew ê bi vîna xwe bi ser kevin. 
 
Şêniyên şengalê ji bo asayişa xwe li ser piyan e û çalakiyên wan berdewam dikin. Şengaliyên ku ji bo asayişa xwe çalakiya konvedanê dan destpêkirin  dibêjin,“Yên ku biryara me qebul nekin, em wan nas nakin. Heta Asayişa me neyê qebûlkirin em dev ji çalakiya xwe bernedin.”
 
 Emşê Şemo di der barê çalakiyên li dar dixin de wiha got: “Em weke  jinên Şengalê û bi giştî şêniyên Şengalê em ê li asayişa xwe xwedî derên. Em jin çi bi kavê ser milê me em ê ji bo Zarokên xwe bikin.  Ev 6 sale zarokên me, me di parêzin em na xwazin keskî din were ser axa me.  Ger ku zarokên me me nepasta me em nikaribûn razana. Dewleta Iraqê dixwazê ku hêza me, zarokên me tûne bike.  Em vê yekê  qebul nakin. Em hea ku asayişa me neyê qebûlkirin wê çalakiyên me bidomin.  Piştî fermanê me xwe bi rêxistin kir, hêzên xwe ava kirin û baweriya me ji bilî şervanên me bi tu kesî nayê. Em jinên Şengalî jî em ê bi zarokên xwe re têbikoşin û heta em xweseriya xwe bi dest bixin wê çalakiyên me bidomin.
 
Em destûrê nadin dagirkeran
 
Endama Miclisa Gel a Dûgirê Parîşan Şemo bi heman awayî nêrîna xwe anî ser ziman û wiha got: “ Em weke jinên êzidî piştgiriya Asayişa xwe dikin. Ev demeke dirêje ku çalekiyên me berdewam dikin, em ji piştgirtiya asayişa xwe ya ku ev 6 sale bê rawestan xizmeta Şengaliyan dike dikin. Ji bo ku şêniyên Şengalê bê vîn bikin her tiştî dikin.  Em ê  jî li beramberî vê yekê hertim li ser lingan bin û destûrê nedin lîstikên dijmin. Em ê heta dawî ji bo asayişa xwe û ji bo xwesiriya Şengala xwe tekoşînê bikin.  Em duh di fermanekê re hatin derbarskirin û em îro yeke din naxwazin. Em ê weke jinên Şengalê heta dawî ji bo her tiştî amade bin û destûrê nadin dagirkeran. "