Necla Atak a girtî: Ji bo serkeftinê yekitiya gel hewce ye

  • 09:08 13 Kanûn 2020
  • Rojane
COLEMÊRG - Necla Ata li Girtîgeha Kandirayê ye û bi rêya malbata xwe peyamek şand û got: "Ji bo çalakiya greva birçîbûnê bi ser bikeve divê gel bibe yek û xwedî li çalakiyê derkevin." 
 
Li dijî tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di  27'ê Mijdarê de li girtiyên PKK'yî û PAJK'î dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger kirin. Di roja 17'emîn de çalakî didome. 
 
Necla Atak ji Gevera Colemêrgê ye û li Girtîgeha Girtî ya Tîpa F ya Kandiraya Kocaeliyê dimîne. Necla di 17'ê cotmeha sala 2017'an de li Qosera Mêrdînê hat binçavkirin û piştre 33 sal ceza dan wê. Necla tevlî çalakiya birçîbûnê ya ku bi pêşengiya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD)  Leyla Guven hatî destpêkirin bibû. 117 rojan çalakiya xwe domandibû. Necla bi rêya telefonê bi malbata xwe re axivî û bal kişand ser rewşa girtîgehê. 
 
Necla di axaftina xwe ya bi telefonê de wiha got: "Îqtîdar derbarê tenduristiya mirovan de tiştek nake. Ji xwe li girtîgehan tecrîd heye û bi hinceta pandemiyê jî bêtir tecrîd tê girankirin. Em nikarin hevalên xwe bibînin û em nikarin bi wan re biaxifin. Dema em tînin ziman jî koronayê dikin hincet. 
 
Dema mirov dîroka polîtîkayên dewletê dinêre mirov dibîne ku her demî êrîş bêtir tê dijwarkirin. Bi taybetî jî li girtîgehan. Li hemberî Gelê Kurd, li hemberî ziman û çanda kurd li girtîgehan bêtir zext tê meşandin. Ligel hemû girtîgehan li hemberî rêberê me jî tecrîd tê girankirin. Divê her kes bizane ku tecrîd li hemberî hemû civakê pêk tê. Heke civak dixwaze behnek bigire divê tecrîdê ji holê rake. 
 
Em li vî girtîgehê 4 kom in û niha koma 3'yemîn di grevê de ne. Di koma yekem de Çaglar û Seher hebûn, di koma duyem de Laleş û di koma 3'yem de jî Sabahat Tuncel û Leyla heye. Koma çaran jî dê îro çalakiyê dewr bigire. Ez bang li gel dikim xwedî li çalakiya girtiyan derkevin. Ji bo serkeftinê divê em bibin yek."