Parêzer Harîka: Tecrîd ne tenê bi girtîgehan sînordar e

  • 09:07 13 Kanûn 2020
  • Rojane
COLEMÊRG - Parêzer Harîka Gunay Karataş têkildarî çalakiyên greva birçîbûnê yên li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên li girtîgehan hat destpêkirin, nirxandin kir. Harîkayê diyar kir ku tecrîd ne tenê bi girtîgehan sînordar e û got:"Polîtikayên şer ên li herêman û xespên qeyûman ên li ser jinan jî perçeyekî tecrîdê ye."
 
Girtiyan li dijî tecrîda tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên li girtîgehan di 27'ê Mijdarê de dest bi greva birçîbûnê kirin. Çalakiyên grevên birçîbûnê li hemû girtîgehan belav dibe. Îktidar dîsa grevên birçîbûnê jinedîtîve tê. Têkildarî mijarê Parêzer Harîka Gunay Karataş nirxandin kir. 
 
'Faşîzm bi îktidarê pêştir dikeve'
 
Harîka da zanîn ku li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tecrîdek tê meşandin û ev li ser Gelê Kurd jî tê meşandin û wiha got:"Tecrid êrişa li ser ziman û têkoşîna Gelê Kurd e. Heta 2011'an ev tecrîd hat domandin. Piştre nêzî 800 parêzerî daxwaza hevdîtina bi Abdullah Ocalan re kir. Piştî 8 salî şûnde tecrîd kêm be jî rabû. Ev bi têkoşîna li girtîgehan pêk hat. Niha faşîzm bi îktidarê pêştir dikeve. Zextên li Zindana Amedê ehlaqê Esad Oktay niha bi AKP-MHP'ê dewam dike."
 
'Tecrîd li ser Gelê Kurd tê kirin'
 
Harika da zanîn ku tecrîd li ser hemû kesan tê kirin û wiha dewam kir:"Bi pandemiyê re zagona înfazê veguheriye zagona cihêkariyê. Kesên tecawizkar, diz hatin berdan. Kesên ku ji bo jiyanê xweş bikin li ber xwe didin jî di girtîgehan de man. Tecrîd ne tenê bi girtîgehan sînordar e. Tecrîd tenê di nava çar dîwaran de li ser girtiyan nayê kirin. Polîtikayên şer ên li herêman û xespên qeyûman ên li ser jinan jî perçeyekî tecrîdê ye. Tecrîd li ser Gelê Kurd tê kirin. "
 
'Têkoşîna girtiyên di grevê de ne didome'
 
Harîkayê da zanîn ku dibe li girtîgehan zirarên mezin rû bidin û wiha bi dawî kir:"Ji bo têkoşîna jiyanê bi dawî bibe gefxwerinek heye. Lê girtiyên di greva birçîbûnê de ne têkoşîna xwe didomînin. Bi çalakiya xwe bang li wicdanê civakê dikin. Dewlet mecbûr e ku bêyî ev çalakî bi mirinê bi encam bibe û bedena çalakgeran zirarekeke mezin bibîne çareseriyekê ji vê yekê re bibîne."