'Astengdar ne alîkariya pere tenê mafên xwe dixwazin'

  • 09:06 13 Kanûn 2020
  • Rojane
Habîbe Eren
 
ENQERE - Endama Lîjneya Rêveberiya Federasyona Koran a Tirkiyeyê Şûle Sepîn bal kişand ser bandora pandemiyê ya li ser astengdarên jin û got: "Di pêvajoya pandemiyê de bi tu awayî pirsgirêkên astengdaran nehatin dîtin. Ji bo astengdaran ne alîkariya pere, divê mafên wan bên dayîn û ji bo astengdaran qadên îstîhdamê bên zêdekirin." 
 
Vîrûsa koronayê (Covid-19) bi her awayî bandorê li tevahiya jiyanê kir. Kesîma ku bêtir mextûd bûn jî astengdar in. Ji xwe di jiyana asayî de bi gelek pirsgirêkan re rûbirû diman lê niha bi du qatan pirsgirêkan dijîn. Di pêvajoya niha de ji bo astengdaran tu polîtîkayek nehat pêşxistin, astengdar di halê xwe de man û bi cudakariyê re rûbirû man. Derbarê mijarê de endama Lîjneya Rêveberiya Federasyona Koran a Tirkiyeyê Şûle Sepîn ji ajansa me re axivî. 
 
Şûle, diyar kir ku bi destpêkirina pandemiyê de astengdar li malê hatin hepskirin û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Di rojên ewil de pirsgirêk nebû, lê dema ku rewşa li malê mayîn dirêj bû edî pirsgirêk jî derketin rûye erdê. Kesên ku derdora me dema ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest didan em bêtir ketin nava fikaran. Gelek hevalên me hene ku li cihên qelebalix dixebitin û li cihên ku dixebitin bi gelek pisgirêkan re jî rûbirû man." 
 
'Hûn bi şîdetê re rûbirû man gelo?'
 
Şûle, di axaftina xwe de bal kişand ser binpêkirina mafên jinên astengdar û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Li gorî rapora ku me amade kir di nava 225 astengdarên jin de yên ku zarokên wan astengdarên mejî ne hene. Her wiha di rapora me de tişta herî balkêş jî ji bo me şîdeta li hemberî jinê bû. Ji ber ku gelek astengdarên jin ji pirsa 'hûn bi şîdetê re rûbirû hatin gelo?' bersiva 'na' dan. Lê dema me pirsa 'hûn bi şîdeta fîzîkî û derûniyê re rûbirû man gelo?' bersiva 'erê' dan. Ev tişt nîşaneya asta şîdetê ye, lê nikarin tarîfa şîdetê bikin û şîdetê êdî qebûl dikin. Li gorî rapora me gelek astengdarên jin li dijî şîdetê serî li cehekî nedane û ji ber ku baweriya wan ji guherîna rewşê nîne. Şîdet li hemberî astengdarên jin jî heye û divê mirov vê tiştî tu carî ji bîr neke." 
 
'Êdî baweriya me bi darazê nayê' 
 
Şûle, destnîşan kir ku gelek astengdarên jin li dijî şîdetê gilî nakin û got: "Jin serî li mekanîzmayên darazê nadin. Du sedemên wê hene. Yek; kê ji vê pêvajoyê re mijûl bibe. Ya duyem jî bêbaweriya li hemberî darazê ye. Hevala me ya 20 salî, di zarokatiya xwe de di nava malbatê de bi îstîsmarê re rûbirû maye û çavên xwe windakiriye. Çend astengiya wê ya mejî tuneye jî rapora astengiya wê ya mejî heye hatiye dayîn. Ev hevala me li mala xwedîkirinê bi êrîşa zayendî re jî rûbirû ma. Sedemên wisa tên gotin ku wekî gotinên ku ji bo hemû jinên din tên gotin, ev tişt dibe sedem ku astengdarên jin bi tena serê xwe bîmîne. Îxtîmalekî mezin e jî sûcdar jî wekî her car serbest tên berdan." 
 
'Ne alîkarî bila qadên îstîhdamê ava bikrin'
 
Şûle, da zanîn ku ji bo astengdaran tiştek nayê kirin û wiha axivî: "Astengdarên jin bê kar dimînin, nikarin ji mafên xwe yên perwerdê sûdê bigirin. Dewlet jî di vê helê de polîtîkayek pêş naxe. Dewlet pere dide malbatan lê ji bo xwedîkirina astengdaran. Lê ji bo îstîhdamkirina astengdaran tiştek nake. Ev ne maf, ev nêzîkatiya alîkariyê ye."
 
'Em nikarin serî li mekanîzmayên fermî bidin'
 
Şûle, diyar kir ku di vê pêvajoyê de astengdar bi gelek pirsgirêkan re rûbirû mane û wiha bi lêv kir: "Pirsgirêka sereke jî astengkirina jiyana serbixwe ye. Niha herkes di nava fikaran de ne. Mirov dixwaze derkeve derve û di nava şinkahiyê de be. Lê belê ji ber qedexeyan em bi rojan li malê dimînin. Gelek malbat zextê li ser astengdaran dike û dibêjin 'hûn derkevin kê/î dê we biparêz e'. Ev tişt zextek mezin e. Ji ber pandemiyê em nikarin biçin mekanîzmayên fermî û pirsgirêkên xwe çareser bikin."
 
'Em bi cudakariyê re rûbirû dimînin'
 
Şûle, daxuyand ku niha qeyrana aboriyê heye û wiha mijar nirxand: "Li dijî qeyrana aboriyê tu tedbîr nayê girtin. Her wiha heke li dijî belavbûna vîrûsê dixwazin tiştek bikin bila 15 rojan qedexeya derketina derve îlan bikin û ev tişt dê bandorê bike. Dizanîn ku dê pêla duyem bê jî lê dîsa jî gelek cih hatin vekirin û ev tişt jî bi xwe re encamên nebaş anî. Divê pêvjoyê de hem li derve û hem jî li ser kar em bi cudakariyên mezin re rûbirû man."
 
'Ji bo îstîhdamkirinê divê polîtîka bên afirandin'
 
Şûle di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser hewcedariyan û got: "Ji bo astengdaran divê di hêla qadên civakî û îstîhtamê de polîtîkayên nû bên afirandin. Her wiha divê li dijî şîdetê jî tedbîr bên girtin. Em naxwazin tenê di 3'yê Kanûnê Roja Astengdarên Cîhanê astengdar bên rojevê. Divê her roj bal bikişînin ser rewşa astengdariyê. Bi taybetî jî divê qada medyayê jî di zimanê ku bikartîne de baldar be."