5 sal derbas bûn lê serîhildana Cizîrê nehat jibîrkirin

  • 09:05 13 Kanûn 2020
  • Rojane
ŞIRNEX - Ji ser serîhildana xwerêveberina Cizîrê 5 sal derbas bûn. Heznî Aslan û Esmer Çikmaz serîhildana zarokên wan dewir girtibûn îro jî didomînin. 
 
5 sal ji ser "qedexeya derketina derve" ya di 14'ê Kanûna 2015'an de li Cizîra Şirnexê hat îlankirin derbas bû. Qedeya heta 1'ê Adara 2016'an hat îlankirin berê bi qedema dawiyê bi temamî hat rakirin. Di pevçûna 79 rojî dewam kir de 66 endamên YPS'ê û 213 sîvîlî jiyana xwe ji dest dan. Tevî 5 sal ji ser qedexeyê derbas bûye jî hîn cenazeyê 14 kesî nehatiye dîtin. 
 
Heznî Aslan ê ku gelek carî bi saya parêzerên Saziya Tipa Edlî (ATK) mînaka DNA'yê daye ev 3 sal in li cenazeyê keça xwe Hacer Arslan digere. Dayika Esmer Çikmaz a ku bi gotinên "Ez nikarim pişta xwe bidim hevalên xwe û bizîvirim" di hişên mirovan de şopeke kûr hişt, Yasemin Çikmaz jî têkoşîna keça xwe rave kir. 
 
Ji bo keça xwe çû, rastî cenazeyê kurê xwe hat
 
Di dema qedexeya derketina derve de birayekî Heznîyê û du zarokên wê jiyana xwe ji dest dan. Heznîyê 5  sal e li cenazeyê winda  yê keça xwe Hacarê digere.  Heznîyê, bi lêv kir ku piştî birayê wê jiyana xwe ji dest daye fêr bûye ku keça wê jî di jêrzemînan de ye û got ku di dema jêrzemînên yekemîn de navên kesên birîndar hatine xwenden û navê keça wê jî derbas bûye. Heznîyê, anî ziman ji bo cenazeyê keça xwe çûye Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê xwîn daye. Heznîyê wiha berdewam kir : " Qedexeya derketina derve li Cizîrê hatibû rakirin, em vegeriya bûn. Kevir li ser kevir nehîştibûn. Malên me hatibûn wêrankirin, navçe nedihat nasîn. Em li bendê man ji bo encamên xwînê derbikevin, ji bo cenazeyê keça xwe bibînim. Me ji bo keça xwe xwîn da. Li me geriyan û gotin cenazeyê me li Rihayê ye. Me jî roja din berê xwe da Rihayê. Em li benda keça xwe bûn lê cenazeyê kurê min derket.  Ev tiştên ku hatin jiyîn hovîtî bû."
 
'Ferqa wan ji DAÎŞ’ê tune bû'
 
Heznîyê, bi lêv kir ku di qedexeyê de kesên sivîl ji bo xwe biparêzin ketine jêrzemînan û tiştên hatin jiyîn wek “qiyamet” pênase kir. Heznîyê, destnîşan kir ku hemû cîhan li hember komkûjiyê bêdeng maye û ev tişt got: "Kesî komkûjiya Cizîrê nedît û çavên xwe girtin, piştguh kirin. Kesên ku êrîşî Cizîrê kirin ferqa wan ji DAÎŞ’ê tune bû. Ji ber ku tiştên DAÎŞ’ê kir leşker û polîsan li Cizîrê pêk anîn. Erdogan, çeteyên xwe avêt ser me. Dema me wan didît em ditirsiyan. Kesên ku anîn nexweşxaneyê li vir hatin qetilkirin."
 
5 sal in li cenazeyê keça xwe digere
 
Heznîyê, piştî ku kur û birayê xwe defin dike şun de dest bi lêgerîna cenazeyê keça xwe ya winda dike û 5 sal in têkoşîna xwe didomîne. Heznîyê, da zanîn ku ji bo keça xwe xwestiye xwînê bide û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ji ber ku min berê jî xwîn dabû ji min re gotin heta 6 meh derbas nebin tu nikarî careke din xwînê bidî. Piştî ku 6 meh derbas bûn em careke din çûn û me xwîn da. Di ser dema min xwîn da re 5 sal derbas bûn û cenazeyê keça min hîn jî winda ye. Ji me re zarfek şandin û gotin cenazeyê keça we tune ye. Ev  5 sal in ez li cenazeyê keça xwe digerim. Ez nizanim ku ew sax e yan mirî ye. Dayikek ev 5 sal in li cenazeyê keça xwe digere. Dil ji vê êşêrê dikare çawa li berxwe bide?"
 
Hêviya wê ew e ku rojekê bigihîje cenazeyê keça xwe
 
Heznîyê, got “gorek keça min jî nîne” û dixwaze axa wê hembêz bike û aramiyê bibîne. Heznîyê, xwest ku keça wê bê dîtin û ev tişt got: "Hêviya min bi tenê ew e ku gorek keça min hebe. Dema ez diçim goristanê ser gora birayê xwe û kurê xwe ez gelek aciz dibim ji ber ku goreke keça min jî tune ye. Ez ji kesên berpirsiyar dipirsim cenazeyê keça min li ku derê ye? Ez cenazeyê keça xwe dixwazim. Li hemû cihan ev tiştên qewimîn bê jibîrkirin jî em dayik ji bîr nakin. Dayikek ku dilê wê dişewite dikare çawa ji bîr bike? Ez êşa zarokên xwe sererast nejiyam.  Me hemû tişt bi çavên xwe dît û bi guhên xwe bihîst. Ez bi hêviya ku rojekê cenazeyê keça min bidin min dimînim. Çi dibe bila bibe me heta niha tu carî li hember zaliman serî netewand û em ê netewînin. Em ê tim li ser şopa kesên jiyana xwe dest dan bin. Ew kesên ku di jêrzemînan de bûn hemû sivîl bûn. Wan jî baş dizanibûn ku kesên hatin qetilkirin sivîl bûn. Lê belê wek 'terorîst' îlan kirin."
 
'Ez ê li ser şopa zarokên xwe bim'
 
Heznîyê, destnîşan kir ku dosyeyên ku hatine vekirin yek bi yek hatine girtin û got ev jî parçeyek ji bêhiqûqiyê ye. Heznîyê, diyar kir ku ew ê berxwedan û têkoşîna keç, kur û birayê xwe bidomîne û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ev 5 sal in ez naçim Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê. Ji ber ku keça min Hacer li nexweşxaneyê di her qadê  de xebitiye. Li her derê şopên wê hene. Ez ê li ser şopa zarokên xwe bim. Heta cenazeyê keça min bê dîtin ez ê lêgerîna xwe bidomînim. Min tu carî dev  ji vê rêyê berneda û ez ê bernedim. Me gelek êş jiya. Ez ê tu carî ji berxwedanê gav paşve neavêjim. Heta dawiyê ez ê xwedî li mîrasa wan derbikevim. Dema mesele dibe kurd em hemû 'terorîst' tên îlankirin. Em ê wek dayikên dilşewat li pey kujerên zarokên xwe bin da ku bên cezakirin. Dewletên dinê jî hevkarên vê komkûjiyê ne."
 
'Ew hovîtiya ku me jiya em ê tu carî ji bîr nekin'
 
Esmer Çikmaz jî yek ji wan e ku serîhildana Cizîrê ji bîr nake. Dayika Yasemîn Esmer Çikmaz, anî ziman ku di sala 2015-2016’an de hovîtî hatiye jiyîn û got: "Ew hovîtiya ku me jiya em ê tu carî ji bîr nekin. Jin, zarok, ciwan, kal û pîr guhdar nekirin hemû qetil kirin. Di qedexeya derketina kolanan a 9 rojan de zarokên me li kolanan hatin qetilkirin.  Ji ber zilma hatî jiyîn hendek hatin avakirin. Ger ku me malê xwe bernedaya û em neçûna dê ew qas jiyana xwe ji dest nedaya. Em li bendê bûn ku hemû kes xwedî li vê berxwedanê derbikeve. Xwezî me  jî bi zarokên xwe re jiyana xwe ji dest bidana. Bi dehan zarok hatin qetilkirin û keça min Yasemîn jî bi wan re hat qetilkirin."
 
'Ez nikarim pişta xwe bidim hevalên xwe û bizîvirim'
 
Esmer, diyar kir ku keça wê di 10’ê Mijdarê de nû ketibû 16 saliya xwe û wiha berdewam kir: "Dema Serok hat girtin keça min hat cîhanê. Dema qedexeyê de tax hemû hatibû valakirin. Min ji zarokên xwe re got hûn herin ez ê bibînim. Lê belê zarokên min gotin heta tu neyê em naçin. Piştre neçar man em bi hev re ji taxê derketin. Di navbera me û jêrzemînan de 200 metre jî tune bû. Cihê ku jêrzemîn hebûn xaniyên me jî li wir bûn. Me car carna diçûn alavên xwe dianîn. Ligel me kincên me qet tunebûn. Keça min Yasemîn got ‘ez ê biçim kincên me bînim.’ Ez jî bi wê re çûm. Dema em çûn wê derê keça min got 'Ez nikarim pişta xwe bidim hevalên xwe û bizîvirim'. Ew hemû kesên li wê derê xwendekar bûn û birîndar  bûn. Keça min pişta xwe ji hevalên xwe nezivirî. Keça min bi hevalên xwe ve di jêrzemîna duyem de şehît ketin. Mehmet Tunç wê demê derket televîzyonê, navê kesên giran birîndar xwend û navê Yasemînê jî tê de hebû. Keça min di 7’ê Sibatê de di jêrzemînê de hat kuştin. Dema jêrzemîn hat teqandin em ji cihê xwe firiyan. Hemû kanalên tirkan gotin 60 kes hatin kûştin, lê piştre guherandin gotin 10 kes."
 
'Dilê tu kesî nedişikand'
 
Esmer, bi lêv kir ku keça wê Yasemîn girêdayî berxwedana Kurd bûye û wiha pêl da axaftina xwe: "Keça min kesek rûken û zaroke gelek baş bû. Keça min li xwe nedikir li hevalên xwe dikir. Keça min hemû tiştên xwe bi hevalên xwe re parve dikir. Min çi jê re bigota dikir û ji min re tim digot ‘li xwe baş binêre.’ Zarokek bêdeng bû. Dilê tu kesî nedişikand. Kesên ku bi Yasemîn re şehît ketin hemû zarokên min in. Kesên ku bi kuştina zarokên me diravên qezenc dikin çawa dikarin bixwin? Çawa ji qirika wan derbas dibe? Bila ji vê xeteriyê û lîstokê bizivirin. Dev ji van lîstokên qirêj berdin."
 
'Em ê li pey li vê dozê bin'
 
Esmer, destnîşan kir ku lawê wê Vahap jî di qedexeya Hezexê de jiyana xwe ji dest daye û got ew ê têkoşîna keça xwe û kesên jiyana xwe ji dest dane bidomînin. Esmer, wiha domand: "Em ê tu carî berxwedana wan ji bîr nekin û em ê nedin jibîrkirin. Em ê xwedî têkoşîna wan derbikevin. Heta dilopeke xwîna me ya dawiyê em ê li pey vê dozê bin. Heta dawiyê em ê li pey kesên zarokên me qetilkirine bin da ku cezayê xwe bikşînin. Em hêvî dikin ku Emîne Erdogan û jina Ahmet Davutoglu jî heman êşê bijîn. Em heta vê tiştê nebînin em ê nemirin. Êşa me tu carî kêm nabe û nayê jibîrkirin. Em ê destûrê nedin ku bê jibîrkirin. Dema em diçûn zarokên xwe xilas bikin me asteng dikirin. Ji me re gotin zarokên we PKK’ê kûştiye. Lê belê PKK’ê zarokên me nekuşt. Wan zarokên me kuşt. Tu zarokekî me vê hovîtiyê dê ji bîr neke. Em ê navê wan û berxwedana wan bidin jiyîn. Kurê min Vahap jî di qedexeya Hezexê de şehît ket."
 
'Yasemînên nû mezin dibin'
 
Esmer, destnîşan kir ku ji bo navê keça xwe bide jiyîn navê neviyê xwe kiriye Yasemîn û wiha pêl da axaftina xwe: "Bûka min ji min re got ‘ger keça min çêbibe navê wê Yasemîn, ger ku kur be jî navê wî daynim Vahap.’ Neviyê min çêbû û me navê wê kir Yasemîn. Yasemîn a me ya biçûk niha 2 salî ye. Ew Yasemînek ji me qetandin lê em niha Yasemînên berxwedêr mezin dikin. Em ê bi dehan Yasemînan mezin bikin."
 
'Ew çivîkên bihuştê ne'
 
Esmer, bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: "Di jiyana me de ev 5 sal in tu tişt neguheriye. Belê me bi tabûtan cenazeyê li goristanê defin kir. Lê belê rihê wan hîn li cihê jêrzemînan e. Cihê jêrzemînan ji bo me wek ziyaretgahê ne. Cihê jêrzemînan kirin TOKÎ. Dê mirov çawa di wan TOKÎ'yan de bijÎn. Qey dîn nabin? Em dibêjin ew mirine, lê ên mirîne em in. Ew çivîkên bihûştê ne. Zarokên me li ber zilmê serî netewandin. Wan ji bo zilm li gelê wan neyê kirin canê xwe feda kirin. Em bi salan in vê zilmê dijîn.  Em ê li ser şopa vê berxwedanê bin."