Şêniyên herêma Firatê êrîşên li ser Eyn Îsayê şermezar kirin

  • 16:04 12 Kanûn 2020
  • Rojane
EYN ÎSA - Bi hezaran welatiyên herêma Firatê li dijî kiryarên dewleta tirk û bêdengiya hêzên Rusyayê meşeke girseyî li dar xistin.
 
Welatiyên herêma Firatê û Reqayê li dijî kiryarên dewleta tirk û bêdengiya hêzên Rusyayê li navçeya Eyn Îsayê bi dirûşma "Bes e ji dagirkeriya Tirkiyeyê re, erê ji parastina destkeftiyên şoreşê re", bi meşeke girseyî bertekên xwe nîşan dan. Di meşê de alên Kongreya Star, Ciwanên Şoreşger, QSD, Meclîsa Malbatên Şehîdan, Partiya Yekîtiya Demokratîk, Partiya Sûriye Pêşeroj, wêneyên Şehîdên berxwedana Rumetê û pankartên bi nivîsa "Na ji dagirkeriyê re" , "Em bang li hêzên navneteweyî dikin dewleta tirk û çeteyên wê ji herêmên me derxînin û sînorekî ji kiryarên şer e deynin" , "Daxwaza me ji dewletên navneteweyî ew e ku em vegerin cih û warên xwe" , "Dagirkerî tundiye, bi berxwedana Hevrînan em ê dagirkerî û faşîzmê têk bibin"  û "Erê ji yekbûna ax û gelên Sûriyeyê re" hatibûn hildan. 
 
Meş ji qada şaradariyê ya navçeya Eyn Îsayê dest pê kir û ber bi deriyê Kaolisiyona hêzên Rusî ve meşiyan. Paşê meş li pêşiya deriyê hêzên Rusiya rawestiya. Piştî deqeyek rêzgirtin ji bo pakrawanên azadiyê, li ser navê kantona Girê Spî Hemîd El- Ebid, bi navê elên û rusipiyên Reqqa Mihemed tirkî û bi nava herêma Firatê Mihemed Şahîn axivin.
 
'Bêdengiya Rusiya em şermezar dikin'
 
Hemid Ebid  da zanîn ku êrîşên ku niha li ser herêmên wan tên kirin Rusya berpirs e û wiha got: "Me gelê Bakur-Rojhilatê Sûriyê  bi hev re terora DAIŞ'ê têk bir û bi hezaran şehîd oxirî axa pîroz kirin, lê îro hemû dewletên navneteweyî li hemberî kiryarên dewleta tirk û çeteyên wê bêdeng in. Îro em bi yek ruhî li vir civiyane da ku em bibêjin bes e ji dagirkeriyê re û em van êrîşên hovane yên li ser herêmên me şermezar dikin. Em bang li hêzên Rûsyayê dikin ku xwedî li soz û hevpeymanên xwe derkeve û sînorekî ji van kiryarên dewleta tirk û çeteyên wî re deyne."
 
'Divê em hevgirtina xwe xurt bikin'
 
Bi navê êl û rûsipiyên bajarê Reqayê Mihemed Tirk jî wiha got: "Ez jî bi navê hemû êl û rusipiyên Reqayê dibêjim ku divê bi awayekî lez Rûsya agirbestê li ser herêmên me raghîne. Roj bi roj axa me tê dagirkirin û hemû dewlet bê deng in, çavên xwe ji van kiryaran re girtin û xwe bêdengkirine. Li hemberî êrîşên dewleta tirk û çeteyên wê divê em yekîtiya xwe xurt bikin û em nehêlin ku xewin û xeyalên Osmaniyan pêk bên."
 
'Dewleta tirk û çeteyên wê nirxên mirovan binpê dikin'
 
Hevserokê Rêveberiya Xweser ya herêma Firatê Mihemed Şahîn di axaftina xwe de balkişand ser berxwedana gelê berxwedêr û wiha got: "Me gelê herêmê bi têkoşîn û berxwedanê karibû em dagirkeriyê têk bibin û destkeftiyan bi dest bixin. Vê terorê bi hezaran kes dan koçberkin, mal û milkên şêniyan şewitandin û talan kirin. Ev herêmên ku hatine dagirkirin Idlib, Cerablus, Efrîn û herî dawî jî Girê Spî û Serêkaniyê yê yên şêniyên li ser vê axê ne."
 
Meş bi dirûşên "Yeke yeke gelên Sûriyeyê yeke" û "Na ji dagirkeriyê re" bi dawî bû.