Meclîsa Malbatên Şehîdan pilan û gefên li ser Şengalê şermezar kirin

  • 12:46 12 Kanûn 2020
  • Rojane
HESEKÊ - Meclîsa Malbatên Şehîdan bi daxuyaniyekê pilan û êrîşên ku li ser Şengalê tên meşandin şermezar kirin.
 
Piştî daxuyaniya Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) ya têkildarî amadekariyên hikûmeta Bexda û Hewlêrê ya ji bo derbaskirina 10 hezar leşker a Şengalê, her wiha banga wê ya ji bo xwedîderketina li Şengalê, Meclîsa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê daxuyanî da. Daxuyanî li ber Meclîsa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê li taxa Til Hecer hate dayîn. Daxuyanî ji aliyê Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Rojda Ehmed ve hate xwendin.
 
'Pilana ku li ser Şengalê tê meşandin li dijî rêxistinbûna wan e'
 
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Em weke malbatên şehîdan rojane rewşa Şengalê dişopînin, li ser Şengalê komplo tê meşandin bi armanca tunekirina Kurdên Êzidî yên ku êşa 2014’an de heya roja îro dikşîne. Gelê Şengalê li dijî fermanên ku bi serê wan de hat xwe birêxistin kirin û îradeya xwe dan pêş, îro ev pilanên ku li ser wan tên meşandin li dijî rêxistinbûyîna wan e û ji bo binpêkirina îradeya wan e.
 
'Em ê bi rêxistinbûna xwe bi ser bikevin'
 
Pêwist e hemû partiyên kurdî bibin yek û li hember siyasete dagirkirinê bisekinin, dewleta tirk dixwaze Şengalê dagir bike da ku pilanên xwe yên dagirkeriyê li ser hemû perçeyên Kurdistanê dewam bike. Em weke Malbatên Şehîdan ji gelê xwe yê Şengalê re dibêjin em li pişta we ne û em ê bi rêxistinbûyîna xwe bi ser bikevin."
 
Daxuyanî bi dirûşma "Bijî berxwedana Şengalê" bi dawî bû.