Çalakiya xelkê Şengalê ya ji bo Asayîşa Êzidxanê dewam dike

  • 11:39 12 Kanûn 2020
  • Rojane
ŞENGAL - Çalakiya ku xelkê Şengalê bi armanca destekdayîna Asayîşa Êzidxanê daye destpêkirin, di roja 11’an de dewam dike.
 
Welatiyên Şengalê di çarçoveya çalakiyên dijî peymana Bexda û Hewlêrê ya li ser Şengalê de, bi armanca destekdayîna Asayîşa Êzidxanê, di 2’yê Kanûna 2020’an de li pêşiya avahiya Navenda Asayîşa Şengalê kon vedabû.
 
Çalakiya ku bi dirûşmeya “Em hemû asayîş in, asayîşa me rûmeta me ye” hatiye destpêkirin û her roj ji aliyê komek nû ve tê birêvebirin. Çalakî bi koma ji Sinûnê û Dîgorê di roja xwe ya 11’an de dewam dike.