Girtiyên di grevê de ne: Niha dema berxwedanê ye

  • 10:29 12 Kanûn 2020
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Girtiyên PKK'yî û PAJK'î daxuyaniyekê nivîskî weşandin û diyar kirin ku li girtîgehan zext û êrîş ji salên 90'î bihurî ye û gotin: "Niha dema berxwedanê ye. Hûn ê nikaribin me teslîm bigirin û birûxînin.''
 
Girtiyên PKK'yî û PAJK'î di 27'ê Mijdarê de li dijî zextên li girtîgehan û li dijî tecrîdê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger kiribûn. Derbarê mijarê de peyamekê nivîskî weşandin. Di peyama xwe de gotin zextên li zindanan ji salên 90'î bihurî ye, girtîgeha bûne weke malên HMD (Hin Me Dişopînin), dixwazin ku bi vîrûsa koronayê girtiyan bikujin. 
 
Di daxuyaniya nivîskî de banga bihistiyariyê hat kirin û wiha hat gotin: "Niha dema berxwedanê ye û hat bibîrxistin ku Gelê Kurd ev sed sal in li dijî înkar, îmha û qirkirinê ji bo hebûna xwe bidomîne li ber xwe dide, ev çar sal in bi pêşengiya Tevgera Azadiyê ji bo Gelên Kurdistanê, Tirkiyê û Rojhilata Navîn û mirovahiyê bi rengekî bibe hêviya azadiyê têkoşîn tê kirin. 
 
Êrişa tasfiyekirinê ji salên 90'î zêdetir e
 
Di hevdîtinên piştî 2012'an de desthilata faşîst a AKP-MHP'ê ku dîtî wê nikaribin tevgera azadiyê bi lîstik, krîmînalîzekirinê tasfiye bike û teslîm bigire û bêgav bimîne ku were ser çareseriyê 2015'an li dijî Gelê Kurd û Tevgera Azadiyê biryar li ser tasfiyekirin û rûxandinê daye, ev hedef û polîtîkayên bi karakterê faşîst bi rengê krîza aborî, kirinên antî demokratîk, asîmîlasyon, komkujiyên jinan û binpêkirina mafan li gelên Tirkiyê vegeriyaye, Tirkiye di bin vê zilmê de ku bi hêla korona re bûye yek dinale.
 
Operasyonên li ser çar parçeyên Kurdistanê, tevgera dagirker a li ser Rojava û Başûr û girtin û destgîrkirin ên li ser qada legal hemû weke parçeyek ji vê plana rûxandinê de hatine geşkirin û têne geşkirin.
 
Hevlayenî operasyonên derve li ser zindanan jî îşkence, qespkirinên mafan û zext hatine zêdekirin, girîng e ku em zanibin êrîşeke çawa ya tasfiyekirinê li ser gel û girtiyan heye û dev ji jiyana normal û tevgerên hînbûyî biqerin. Ji ber ku tundiya li ser girtiyan û êrîşa tasfiyekirinê ji ya salên 90'î pir zêdetir e.
 
Nikarin xwe ji hesapdayînê xilas bikin
 
Piştî berxwedana 2018-2019'an, sergirtin û talana li ser sedan girtîgehan ku pêşî 6'ê Kanûna 2019'an dane destpêkirin û yên piştî 13'ê Adarê nîşan dide bê ka polîtîkayeke çawa tê rêvebirin, bi serdegirtinên 13'yê Adara 2020'an pirtûkên girtiyan, her cure xebatên nivîsan, name û defteran birine, tu sedemeke hiqûqî jî ji bo vê destliserdanînê nehatiye nîşan dan, piraniya meteryalên ku birine piraniya wan nedane wan û sedema hiqûqî û biryara wê jî şanî wan nedane.
 
Bi giştînameyên ku hatine derxistin rayeya bêsînor dane rêveberiyên girtîgehan, ev jî bûye sedem ku li girtîgehan zilm bigihije asteke bêhed. Wiha xuya dike ku rêveberên îdarî û personel ji wan weye ku tim faşîzm wê hebe, bêdawî be, hesab ji van kirinan neyê pirsîn. Aşkere ye ku dixapin. Ev 40 sal in tu desthialt li bara tevgera azadiyê nemaye, nekarîn xwe ji hesabdayinê xilas bikin.''
 
28 salan li dijî zilmê li ber xwe dan
 
Bi hinceta rîska mirinê ya ji bo vîrûsa koronayê bi yasaya înfazê çete, kujer, faşîst ji girtîgehê hatine derxistin, girtiyên siyasî li zindanan bi hêviya mirinê ve hatine hiştin. Bi sedan girtî bi vîrûsa koronayê ketine li gorî ya çapemeniyê de derketî lê hejmara rastî çend de texmîna wê jî nikarin bikin. Cotmeh-Mijdarê li girtîgeha Elbîstanê hevalê wan Muhammed Emîr, li girtîgeha Tekîrdagê Sidki Berktaş ji ber koronayê û tedawiya nehatiye girtin şehîd bûne, her du jî 28 sal in li zindanan li dijî her cure zilmê li ber xwe dane. Ew şehîdên berxwedaniya zindana, şehîdên teslîmnebûnê ne ku em soza azadiyê didin wan, sersaxiyê ji malbatên me, gelê me û hevrêyên me re dixwazin. Ji jiyan û şehîdbûna her hevrêyê me yê li zindanê dewlet berpirs e. Ti şans û derfeta girtiyan nîne ku hemû tişt girêdayî nêzîkatiya dewletê ye.
 
Her cureyên danûstandinê hatin qedexekirin
 
Salên dawiyê bi hinceta koronayê hemû çalakiyên sportîf, qurs, hevdîtinên malbatan, her cure danûstandinên civakî hatine qedexekirin, li girtîgehan zex û zordarî, qedexebûn, desteserkirina mafan zêde bûne, cotmehê bi giştînameyekê kurdî hatiye qedexekirin, pirtûkên bi kurdî ku biryara komkirinê li ser wan nîne biryar li ser wan hatiye standin ku bibin emniyetê, nahêlin ku xebatên wan ên nivîsa wêjeyî ji girtîgehê were derxistin, bi vê dikin hedef ku qada giyanî, zêhnî û hilberandinê ya girtiyan têxin nav xelekê. Bi pergala ku hatiye danîn û bi qedexeyan girtîgeh bûne HMD (Hin Me Dişopînin), çi tiştê ku girtî bi malbata xwe re par ve dikin, têne guhdarîkirin, qeyd kirin, ti cihek ku lê nayê guhdarîkirin, qeydkirin nehiştine.
 
Dixwazin bi vîrûsê me bikujin 
 
Li ser hîmê hevkariya Wezareta Dadê, Wezareta Navxwe, Midûrtiya Giştî ya Emniyetê û MÎT'ê yên Tirk li ser zindanan operasyona rûxandin û tinekirinê sazkar e, 25'ê Mijdarê heftiya berxwedanê ya dijî tundiya li ser jinê û 27'ê di salvgera damezirandinê ya partiya wan PKK'ê de bi girtina ser gelek girtîgehan, armanca dijminatiyê ya li ser jinan û kîn û nefreta li ser kurdan, armanca ku nexweşî tê gerandinê bi rengekî aşkere hatiye nîşandan, dema ku bi ser koxuşan de girtine, bi şêwazeke ku parçek kaxez jî nehêlin, xebatên ku girtiyan bi deh, bîst, sih salan hilberandin, çîrok, roman, nivîsên lêkolînê, name hatine desteserkirin, gardiyan bi pêlavan ketine qadê, bi pêlavan çûne ser nivînên girtiyan, bi eynî lepiak destê xwe dane kinc, xwarin, pirtûkên wan, her tiştê wan. Aşkere ye ku ev helkefta qetikirina hevrêyên me ye. Girtiyên azadiyê yên ku nikarin dîl bigirin, bi têgerîna vîrûsê bêyî tedawîkirina wan dixwazin wan bikujin. Rengekî dî yê kuştinê jî ew e ku hilberandina ramanî, hîsî û her cure hilberandin tê astengkirin, bi vê kuştina civakî armanc dikin. 
 
Hûn nikarin me teslîm bigirin 
 
Di serî de malbatên girtiyan, mirovên ku li Tirkiyeyê hêj xwedî bi wijdan, xwedî nirxên mirovî, parêvanên mafê mirovan, demokrat, rewşenbîr, hunermend, çi kesê ku pêgirê gewheriya mirovahiyê divê bêdeng nemîne, dengê xwe geş bike.
 
Li hêlekê ku grêvên birçîbûnê bêdem û dorveger didomin, li van girtîgehan ku ev êrîş dibin, bi rojane ku girtî bi dirûşmeyan, bi lêxistina li deriyan hewl didin ku dengê xwe bidin bihîstin.
 
Em girtiyên PKK'yî û PAJK'î tam weke hevrêyên me yên ku li dijî komploya navdewletî gotin, em jî dibêjin hûn ê nikaribin me teslîm bigirin, birûxînin, we nekarî roja me tarî bikin û hûn ê nikaribin tarî bikin.''